Rêveberiya Xweser şehîdên Serhildana Qamişlo bi bîr anîn

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdên Serhildana Qamişlo bi bîr anîn û got “Bi rihê 12`ê Adara 2004`an û bi îradeya li hemberî zîhniyeta rejîmê, em îro encamên têkoşîna dîrokî li Sûriyê dibînin.”

Rêveberiya Xweser şehîdên Serhildana Qamişlo bi bîr anîn
12 adar, 2020   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera 16`emîn a Serhildana Qamişlo ye ku di encama wê de bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûn û bi hezeran ji aliyê hêzên rejîma Baas ve hatin girtin.

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de tekez kir ku ew ê parastian pîvanên ku serhildanê ji bo wan dest pê kiriye, bikin. Her wiha dê demokrasiyê û biratiya gelan xurt bikin û mafên rewa yê gel li Sûriyê bi dest bixin.

Daxuyaniya rêveberiyê wiha ye:

"Îro salvegera 16`emîn a Serhildana Qamişlo ye. Serhildana Qamişlo mîrateyeke guhertin û veguhertina demokratîk li Sûriyê ye ku piştî hewldana komên girêdayî ewlehiya Sûriyê ya derxistina fitneyê di navbera Kurd û Ereban de, dest pê kir û pevçûn di navbera tîma Cîhad û tîma Fitiwê de li bajarê Qamişlo derket.

Li ser wê yekê hêzên rejîmê gule li sivîlan reşandin û dest bi hemleya girtinê û îşkenceyê li dijî sivîlan kir. Ji ber wê serhildana gel dest pê kir ku rejîmê li dijî xwepêşandêran hêz bi kar anî.  Di encamê de bi dehan şehîd bûn û bi sedan birîndar, her wiha bi hezeran hatin girtin û gelek ji wan jî ji ber îşkenceyê bûn astengdar.

Piştî salên dirêj ji zextê û kiryarên ewlehiyê ku raya giştî û mafê azadiya nêrînê li Sûriyê qedexe kirin, li dijî hemû gelê Sûriyê û gelê Kurd pêk dihatin,  serhildana gelêrî dest pê kir. Sivîlan bersiva tundiya hêzên ewlehiyê yên rejîma Sûriyê da û serhildaneke gel a piştgiriya sekna rûmetê li Qamişlo dike, li hemû herêman ji Dêrikê û heta Efrînê her wiha li Heleb û Şamê pêk hat.

Ji bo Sûriyê Serhildana 12’ê Adarê gaveke dîrokî ye, gelên me bi hêz û vîna xwe li dijî mekanîzmaya çewisandinê derketin û tirsa saziyên ewlehiyê bi salan didan meşandin, şikand. Li ser vî esasî ev serhildan bû bingeha projeya guhartina demokratîk a Sûriyê û hêzên siyasî û civakî li derdorê civiyan. Ev jî isbat dike ku serhildanê ji ber siyaseta înkarkirinê dest pê kir û bi destpêka şoreşa Sûriyê re ku yekser ji ber gelek sedemên diyar berê wê  hate guhartin, gelên me xwe li gorî pîvan û rêgezên Serhildana 12’ê Adarê bi rêxistin kirin û îro herêmên me rastiya guhartina siyasî ya Sûriyê temsîl dikin.

Berevajî hewldanên rejîmê yên derxistina fitneyê, di dema serhildanê de rewşeke têgihîştinê derket holê û rê nedan ku ew bûyer veguhere fitneyê. Her wiha bû bingeha serkeftina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya neteweya demokratîk e ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê temsîl dikin.

Bi rihê 12’ê Adara 2004`an û bi vîna xurt a ku li dijî hişmendiya rejîmê derket, em wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê S           ûriyê  piştrast dikin ku îro em bi saya berhemeke têkoşîna dîrokî ya li Sûriyê dijîn. Her wiha em şehîdên ku di oxira em îro li herêmê bi şoreşeke nimûneyî  rabin, canê xwe feda kirine, bi bîr tînin.

Her wiha em ê parastina rêgezên ji wan Serhildana 12’ê Adarê rabûye bikin, demokrasiyê, biratiya gelan û mafên xwe yên rewa li Sûriyê mîsoger bikin.Li ser vî esasî em bang li hemû aliyan dikin û di serî de bang li rejîma Sûriyê dikin ku xwe ji hişmendiya navendî rizgar bike û bi çavekî din li rewşa herêmê binêre, li gel vê yekê em soz didin gelên xwe ku em ê bi heman têkoşîna bingeha guhartina aştiyane ava kir, berdewam bikin.”

(bx-eh)

ANHA