Di êrişa li dijî bargeha Tacî de du leşkerên Amerîkayê û leşkerek Britanyayê hatin kuştin

Ajansa Reuters li ser zimanê berpirsên Amerîkayê got,  li gorî agahiyên destpêkê, di êrişa bi moşekan a li dijî bargeha Tacî ya li Iraqê de 3 kes hatine kuştin, du amerîkî û brîtaniyek.

Di êrişa li dijî bargeha Tacî de du leşkerên Amerîkayê û leşkerek Britanyayê hatin kuştin
11 adar, 2020   21:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsan ji ajansê re gotin li gorî agahiyên destpêkê girêdayî encamên êrişê, du leşkerê Amerîkayê û yek Britanyayê yên Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ`ê hatine kuştin û 12 endamên din birîndar bûn. Lê bal kişandin ser dibe ku ev dane werin guhertin,

Li dijî bargeha hêzên Iraqê ya Tacî ya li bakurê paytexta Bexdadê ya ku tê de hêzên Amerîkayê hene êrişa bi moşekan hate kirin.

(şx)

ANHA