​​​​​​​2014‘an wekî îro li Qamişlo çi qewimî?

Roja 11`ê Adara 2014`an endamên Şaredariya Gel bajarê Qamişlo li avahiya şaredariyê kom dibin da ku civîna xwe li dar bixin. Ji nişkeve dengê teqînan hatin bihîstin, çeteyan êriş kirin di encamê 11 endamên şaredariyê şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn.

​​​​​​​2014‘an wekî îro li Qamişlo çi qewimî?
​​​​​​​2014‘an wekî îro li Qamişlo çi qewimî?
​​​​​​​2014‘an wekî îro li Qamişlo çi qewimî?
​​​​​​​2014‘an wekî îro li Qamişlo çi qewimî?
​​​​​​​2014‘an wekî îro li Qamişlo çi qewimî?
​​​​​​​2014‘an wekî îro li Qamişlo çi qewimî?
​​​​​​​2014‘an wekî îro li Qamişlo çi qewimî?
​​​​​​​2014‘an wekî îro li Qamişlo çi qewimî?
​​​​​​​2014‘an wekî îro li Qamişlo çi qewimî?
​​​​​​​2014‘an wekî îro li Qamişlo çi qewimî?
11 adar, 2020   05:02
QAMIŞLO- BASIL REŞÎD

Di 11`ê Adara 2014`an de li dijî bajarê Qamişlo êrişeke terorîst hate kirin. Êriş avahiya Şaredariya Gel a bajêr kir hedef hemwextî ku civîneke giştî ya şaredariyê de ji bo nîqaşkirina plana kar û xebatê li bajêr û gundan dihat lidarxistin. Di encama êrişê de 11 endamên şaredariyê şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn. Çeteyên DAIŞ`ê êriş girtin ser xwe.

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo yek ji destkeftiyên şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an e ku çirûska wê ji Kobanê dest pê kir û hemû herêmên Rojava ji destê rêveberiya dewleta Sûriyê hatin rizgarkirin. Şaredariya Qamişlo bi alîkariya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a ku tevgera şoreşgerî li Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêve dibir, di Gulana 2013`an hat damezirandin.

Şaredariya Qamişlo di demekê de ku li dijî Rojava êrişî ji aliyê komên çete ve yên bi navê cur bi cur  dihatin kirin û rêveberiya dewleta Sûriyê dev ji erkên xwe li herêmê berda û parastina şêniyan nedikir, şaredarî hat avakirin.

Damizrandina şaredariyê hemwextî dorpêça giran a li ser herêmê ji aliyê komên navborî, dewleta Tirk û hikumeta Başûrê Kurdistanê ve hat ku heta demeke dirêj destûr nedidan ku alîkarî derbasî herêmê bibin û dergehên sînorî bi herêmên Rojava re girtin. Xelkê Rojava jî li ser bingehê rêveberiya xweser, xwe bi rêxistin dikir û xizmeta herêmên xwe bi xwe dikir.

Ji roja yekê ya damezirandinê ve, şaredariyê dest bi xizmeta gel kir û pêwîstiyên sereke ji av, çavdêriya firnan û aşan, lênêrîna li binesaziya bajêr dikir.

ÇIMA ŞAREDARÎ HAT HEDEF KIRIN?

Bi avakirina şaredariyan re yekemîn faktorên rêveberiya gel a herêmê ku cara yekê di dîroka Sûriyê û herêmê de gel xwe bi xwe bi rêve dibe, peyda bû. Gelên herêmê di 21`ê Çileya 2014`an de Rêveberiya  Xweser li herêma Cizîrê ragihand.

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan bingeha sereke ya rêveberiyê bû. Şaredarî ji saziyên sereke bû ku beriya ragihandina Rêveberiya Xweser ji bo xizmeta gel û herêmê hat damizrandin û şêniyan bi awayekî xwebexş û bê pere tê de kar kirin.

Bi kedên xweser û bi derfetên pir kêm, ji bo qada xizmetgûzarî li herêmê geş bike ku rêveberiya dewleta Sûriyê bi salan paşguh kiribû, şaredariyê dest bi projeyên biçûk kirin. Bi ragihandina Rêveberiya Xweser re proje berfirehtir û birêxistinkirîtir bûn û pisportî û şopandin lê zêde bû.

Hevseroka Şaredariya Qamişlo Sema Bekdaş a di dema êrişa 11`ê Adarê de, diyar kir ku piştî Rêveberiya Xweser serkeftina xwe îspat kir û di mercên şer de xizmetên sereke ji bo gelên herêmê pêşkêş kir her wiha serweriya rejîma desthilatdar û navendî ji holê rakir, bû hedefa sîstemên desthilatdar.

Sema wiha got: "Wek hewldanekê ji bo astengkirina projeya demokratîk ya Rêveberiya Xweser, Şaredariya Qamişlo sala 2014`an hat hedefkirin."

KÊLIYA ÊRIŞÊ…

Şêniyê bi navê Ebdulxenî Hisên (49) ji beriya 10 salan ve dii dikaneke şîrnaiyan de li kêleka şaredariyê kar dike, bû şahidê kêliya êrişa li dijî şaredariyê. Hisên wiha vedibêje: "Dema ku komeke çekdar êrişî avahiya şaredariyê kir, ez li pêşiya dikana xwe bûm. Destpêkê gule li hêzên ewlekariyê yên parastina avahiyê dikirin, reşandin. Wê demê şênî tirsiyan û ji wê herêmê reviyan, komekê ji wan xwe di hundir dikanê veşartin. Piştre dengên gelek teqînan ji hundirê avahiyê hat ku ew demê yên avakirina wê bû."

Sema Bekdaş ku di kêliya êrişê de di avahiyê de bû, destnîşan dike ku wan amadekariya lidarxistina civîneke giştî ya şaredariyê dikirin û ji nişkeve dengê guleyan û piştre yên teqînan bihîstin.

Her wiha diyar kir ku ew û 8 rêveberî û endamên şaredariyê di odeyeke biçûk li qatê duyemîn de dorpêç bûn û piştî demekê endamên ewlekariyê karîbûn xwe bigihînin wan û 8 kesan rizgar bikin.

Sema wiha berdewam kir: "Piştî ku kesên bi min re li odeyê rizgar kirin, ez bi tenê mam. Piştre dengê guleyan li nêzî odeyê bilind bû, min xwe di pencerê re ji qatê duyemîn avêt. Ji ber wê yekê şekestin di ling û laşê min de çêbûn."

 ‘NIKARÎN VÎNA XEBATKARAN BIŞKÎNIN‘

Tevî êrişa terorî ya li dijî avahiya Şaredariya Gel a bajêr jî, Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan ji wê demê xebatê  xwe berdewam dike û xizmetê ji hemû aliyan de pêşkêşî gel dike.

Sema Bekdaş di vê der barê de anî ziman ku aliyê êrişî şaredariyê kiriye, nikarî vîna gel û xebatkarên şaredariyê bişkîne. Lê belê beravajî vîna wan a berdewamkirina kar û dilsoziya bi 11 hevrêyên wan ên di êrişê de şehîd bûne, zêde kir.

ŞAREDARÎ ŞEHÎDÊN XWE BI BÎR TÎNIN

Ji bo bîranîna şehîdên êrişê, Şaredariya Gel a Qamişlo di 11`ê Nîsana 2014`an de li taxa Kornîş gulistanek bi navê Şehîd Helepçe û sala 2015`an danîngehek bi navê Şehîd Emîne, vekir. Her wiha di 12`ê Nîsana 2016`an de baxçeyekî zarokan bi navê Şehîd Awaz, di 19`ê Nîsana 2016`an de jî gulistanek bi navê Şehîd Cîhan û di 11`ê Adara 2019`an de bi navê Şehîd Rewşen navendek ji bo pêşxistina jinan vekir.

CIVÎNÊN BI GEL RE JI BO DIYARKIRINA PROJEYÊN SALA 2020`AN

Piştî êrişa li dijî şaredariyê, Şaredariya Qamişlo girîngî da mijarên paqijiyê, peydakirina avê, avakirina tora kanalîzasyonê û restorekirina wê, sererastkirin û amadekirina piran, çandina daran, qîrkirin û firehkirina rêyan û avakirina kortên tenduristî ji bo çop avêtinê li bajarên herêma Cizîrê.

Her wiha di projeyên sala 2019`an de, şaredariyê girîngî da firehkirina rêyên li deriyên ketina bajêr, xemilandina wan, çandina daran û vekirina rêyekê li hemberî pira taxa Qenat Siwês ji bo sivikirina qerabalixê.

Şaredarî niha rêzecivînan bi gelê Qamişlo re li dar dixe da ku li xwestekên gel guhdarî bike û li ser wê esasî projeyên ku dê di 2020`an de li ser kar bike, diyar bike û pereyan pêwîst jê re veqetîne.

(cx)

ANHA