Koçberên Efrînê: Tevî dorpêç û topbaranê jî dê berxwedan bidome

Şêniyên kantona Efrînê yên ku neçar mane ber bi kantona Şehba û gundên navçeya Şêrawayê ve koçber bibin, ji ber dorpêça rêveberiya dewleta Sûriyê, topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî kantona Şehba û navçeya Şêwara, di nav şert û mercên dijwar de dijîn lê berxwedana xwe jî bê navber didomînin.

Koçberên Efrînê: Tevî dorpêç û topbaranê jî dê berxwedan bidome
9 adar, 2020   08:30
ŞEHBA-FÎRAS IBRAHÎM

Rêveberiya dewleta Sûriyê dorpêçeke dijwar li ser kantona Şehbayê ferz dike. Nahêle kel û pel derbasî wir bibin, bi taybet derman. Li rex dorpêçê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe li dijî koçberên Efrînê yên li gundên kantona Şehba û gundên navçeya Şêrawa bi cih bûne didomînin.

Girêdayî mijarê endamên rêveber ên Meclisa Kantona Efrînê û hinek şêniyên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê bi cih bûne, nêrînên xwe vegotin.

Endamê rêveber ê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo got: "Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zanabûn şêniyên Efrînê dan koçberkirin, rêveberiya dewleta Sûriyê dorpêçek tengav li şêniyên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê bi cih bûne, ferz dike. Nahêle kel û pel derbas bibin, bi taybet derman. Tenê piştî ferzkirina bacên mezin derbas dike."

Ebdo wiha domand: "Tevî dorpêçê, binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê zêde bûn. Hema bêje rojane gundên tijî şênî topbaran dikin. Ev jî berdewamkirina jiyana rojane asteng kir, xof û tirs kir dilê sivîlan û dan koçberkirin."

Ebdo kêmasiya rola rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û paşguhkirina rewşa koçberên Efrînê li kantona Şehbayê û gundên navçeya Şêrawa, şermezar kir. Ebdo destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser bi tenê alîkariyan ji koçberên Efrînê re pêşkêş dike.

Ebdo wiha axivî: "Şêniyên Efrînê di berxwedanê de tevî tevahiya şertan bi israr in. Hêviya wan di vegera warên xwe de mezin e, helbet piştî derxistina dagirkeran."

Koçberê bi navê Hisên Reşîd binpêkirinên rêveberiya dewleta Sûriyê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin û destnîşan kir ku ev binpêkirin, tenê hewldan in ji bo ku wan neçarî koçberiyê bikin. Reşîd wiha berdewam kir: "Em gelekî aştîxwaz in. Em şer û rijandina xwînê red dikin. Bila rêveberiya dewleta Sûriyê û dewleta Tirk a dagirker bizanibe ku em ji kantona Şehba dernakevin. Berxwedana me heya rizgarkirina Efrînê û vegerê berdewam e."

Jina bi navê Xalîde Îbo bang li rêxistinên navneteweyî kir ku rol û berpirsyariyên xwe li hember koçberên Efrînê bîne cih û got: "Em dixwazin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê derkevin ji bo ku koçber di zûtirîn dem de vegerin warên xwe."

Her wiha jina bi navê Sîlvana Haşim siyasetên rêveberiya dewleta Sûriyê yên ferzkirina dorpêçê û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efrînê li kantona Şehba û gundên navçeya Şêrawa şermezar kirin. Sîlvana got: "Rêveberiya dewleta Sûriyê li şêniyên Efrînê dinêre ku ne ji Sûriyê ne û ji mafê jiyanê bê par dike."

Sîlvana di dawiya axafina xwe de got: “Berxwedana me berdewam e. Em  bang li hêz û dewletên çalak di qada Sûriyê de kir ku rola xwe li hember koçberên Efrînê bînin cih. Wek şêniyên Efrînê ji mafê me ye em li warên xwe bijîn. Em bang li tevahiya dewletan dikin rewşên koçberan di ber çavan re derbas bikin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji kantona Efrînê derxin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NxJdXxsPO9o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>