Li Girê Spî çete ji bo deriyê sînor bi hev ketin

Li bajarê Girê Spî yê dagirkirî du komên çete ji bo kontrolkirina deriyê sînor bi hev ketin.

Li Girê Spî çete ji bo deriyê sînor bi hev ketin
8 adar, 2020   13:07
GIRÊ SPÎ

Li bajarê Girê Spî koma çete ya bi navê Ehrar El-Şerqiye û koma Cebhe El-Şamiyê ji bo kontrolkirina deriyê sînor şer kir.

Çavkaniyekî pêbawer ji bajarê Girê Spî ragihand ku sedema şer ew bû ku Cebhe El-Şamiye dixwaze deriyê sînor kontrol bike.

Piştî şer, çeteyan li bajar qedexeya derketina derve ragihand.

Li bajarên dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, şer û pevçûn dewam dikin û ev yek jî bandorê li jiyana sivîlan dike.

(kc)

ANHA