Ji Reqayê… 8`ê Adarê sembola şoreşa jinan e

Jinên ku di şahiya 8`ê Adarê ya li Reqayê de axivîn, diyar kir ku "8`ê Adarê sembola şoreşa jinan e."

Ji Reqayê… 8`ê Adarê sembola şoreşa jinan e
Ji Reqayê… 8`ê Adarê sembola şoreşa jinan e
Ji Reqayê… 8`ê Adarê sembola şoreşa jinan e
Ji Reqayê… 8`ê Adarê sembola şoreşa jinan e
Ji Reqayê… 8`ê Adarê sembola şoreşa jinan e
Ji Reqayê… 8`ê Adarê sembola şoreşa jinan e
Ji Reqayê… 8`ê Adarê sembola şoreşa jinan e
Ji Reqayê… 8`ê Adarê sembola şoreşa jinan e
8 adar, 2020   12:13
REQA

Jin bi cilên erebî yên folklorîk beşdarî şahiya 8`ê Adarê bûn. Piştî bîranîna şehîdan, endama Rêveberiya Jinan a Tebqayê Zehra Hemada nameya rêber Abdullah Ocalan xwend.

Piştre bi nave Rêveberiya Jinan a Reqa û Tebqa Xaliya El-Kecwan, bi navê Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriyê Pêşerojê Intîsar Dawûd, bi navê malbatên şehîdan Foza Mihemed, bi navê Yekitiya Jinên Ciwan Emîra Ibrahîm û bi navê YPJ`ê Hafîn Ereb axivîn.

Di axaftinan de ev name hate dayîn: "Em 8`ê Adarê li Reqa û herêmên ku ji zilm û koletiyê û ji kevneşopên reş ên civakê hatine rizgarkirin, pîroz dikin. Dîrok bi jinên ku gelên xwe bi rê ve birin û tê koşîn, wekî şehîd Hevrîn Xelef, Arîn Mîrkan û Hebûn Ereb tijî ye.”

Piştî axaftinan, pêşandanên folklorîk ên kurdî ji aliyê Koma Hêvî ya Tebqayê ve hatin pêşandan.  Şahî bi stranan dewam dike.

(kc)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/81FOWIsaeDM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>