Berdevkê eşîrên Ereb: Ger malbatên DAIŞ’ê veguhêzin Iraqê dê bersiva me xurt be

Berdevkê eşîrên Ereb ên Iraqê Mezahim El-Hiwêt bertek nîşanî hewldana veguhastina  malbatên DAIŞ’ê ji kampa Holê bo kampa El-Imle ya li Iraqê da û got heke NY wan ji Sûriyê veguhêze Iraqê dê bersiva wan tund be.

Berdevkê eşîrên Ereb: Ger malbatên DAIŞ’ê veguhêzin Iraqê dê bersiva me xurt be
8 adar, 2020   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Mezahim El-Hiwêt li gel Russia Today (RT) der barê niyeta hikumeta Iraqê ya veguhastina malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên iraqî yên li kampa Holê de hene ku bibin kampa navçeya Zîmar wiha daxuyand: "Me bi nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li parêzgeha Hewlêrê re axivî û nivîsek ji wan re şand û tê de daxwaz kir ku dest tê werdin da ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji kampa Holê ya li Sûriyê neşînin kampa Zîmar a li parêzgeha Nînewa ya li Iraqê."

El-Hiwêt wiha domand: "Me NY di vê derbarê de hişyar kir, her wiha me agahî da, heke veguhastin Iraqê dê bersiva me xurt be û dê hêzekê ji eşîran ava bibe ku wan malbatan biçewisînin. Ji ber ku sûc li dijî iraqiyan pêk anîn."

Her wiha hikumeta Iraqê hewl dide nêzî 31 hezar 400 ferdên ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, veguhêze kampa ‘El-Imle’ ya li navçeya Zîmar a parêzgeha Nînewayê.

Avakirina kampê li parêzgehê rastî bertekên tund ên ji aliyên tevahî eşîrên li wir hat, her wiha êzidiyan jî ku kamp li nêzî parêzgeha Şengalê ye ku ji dest hovîtiya DAIŞ’ê sala 2014’an fermanek bi serê wan  de hat, bertekên neyînî û tund nîşan dan.

fr