Di şahiya 8’ê Adarê de koçberên Efrînê destkariyên xwe pêşkêş kirin

Di şahiya Roja Jinan a Cîhanê ya li kantona Şehbayê de jinên koçber ên Efrînê destkariyên xwe yên taybet pêşkêş kirin.

Di şahiya 8’ê Adarê de koçberên Efrînê destkariyên xwe pêşkêş kirin
Di şahiya 8’ê Adarê de koçberên Efrînê destkariyên xwe pêşkêş kirin
Di şahiya 8’ê Adarê de koçberên Efrînê destkariyên xwe pêşkêş kirin
Di şahiya 8’ê Adarê de koçberên Efrînê destkariyên xwe pêşkêş kirin
Di şahiya 8’ê Adarê de koçberên Efrînê destkariyên xwe pêşkêş kirin
8 adar, 2020   12:47
ŞEHBA-MIZGÎN HEMO-SÎMAV XELÎL

Vê sibehê jinan berê xwe da şahiya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya ku li Meret El-Mislimiyê ya kantona Şehbayê hatiye lidarxistin, bi wê re jî xemlek li şahiyê tevî cilên folklorîk hat pêçan.

Hin jinan xwest di vê şahiyê rêbezeke din pêşkêş bikin û destkariyên xwe yên kevn pêşkêş kirin.

Desteya Jinan a herêma Efrînê berê li Kampa Serdem a gundê Til Sosînê ya girêdayî navçeya Ehdas a Şehbayê werşeyeke destkariyên taybet ên jinan vekiribû ku tê de 20 jinên koçber ên ji Efrînê dixebitîn. Da ku hunera xwe bi pêş bixin û parastina wê wek pîşeyeke kevn bikin, lê li aliyeke din jî bi wê re ji aliyê aborî ve bibe alîkar. Van jinan bi xwe re hin destkariyên xwe ku li wê werşeyê çêkirine, anîn şahiyê û pêşkêş kirin. Destkariyan bala beşdaran kişand.

Her wiha jina bi navê Gulê Xilo der barê pêşandana destkariyan de wiha axivî: "Ji 3 mehan ve di karê destekariyan de ku xemla jinan e û kevneşopên kurdî yên Efrînê pêşkêş dikin, dixebitîn."

Gulê Xilo wiha bi dawî kir: "Bihayên destekariyan ji bihayên sûkan pirî kêmtir in."

fr

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/h0dwnAuqbS0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>