Li Şehba û Kobanê 8‘ê Adarê hate pîrozkirin

Li Şehbayê bi wesîleya 8‘ê Adarê dayik û hevjînên şehîdan serdana Kongreya Star û Yekitiya Jinên Azad kirin. Li Kobanî jî Komîteya Aborî ya Kongreya Star xwaringehek vekir.

Li Şehba û Kobanê 8‘ê Adarê hate pîrozkirin
Li Şehba û Kobanê 8‘ê Adarê hate pîrozkirin
Li Şehba û Kobanê 8‘ê Adarê hate pîrozkirin
Li Şehba û Kobanê 8‘ê Adarê hate pîrozkirin
Li Şehba û Kobanê 8‘ê Adarê hate pîrozkirin
Li Şehba û Kobanê 8‘ê Adarê hate pîrozkirin
7 adar, 2020   15:45
ŞEHBA

Çalakiyên 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi çalakiyên cûr bi cûr didomin. Dayik û hevjînin şehîdan ên Efrîn  Şehbayê serdana Kongreya Star û Yekitiya Jinên Azad kirin. Dayik û hevjînin şehîdan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên Berxwedana Serdemê pêşkêşî wan kirin.

Bi navê hevjînên şehîdan, Subhan Hisên 8‘ê Adarê li endamên Kongreya Star û Yekiya Jinên Azad kirin.

Bi navê Kongreya Star a herêma Efrînê endama kongreyê spasiya dayik û hevjînên şehîdan kirin û 8‘ê Adarê li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Şehbayê Îman El-Hesen Roja Jinan a Cîhanê li jinan pîroz kir û destnîşan kir ku jin bi saya ramanê Rêber Abdullah Ocalan mafên xwe nas kirin û serkeftin qezenc kirin.

KOBANÊ

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê bi beşdarbûna endamên rêxistinê û saziyên civaka sivîl daxuyanî dan. Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan Nesrîn Elî daxuyanî xwend.

Nesrîn anî ziman ku li dijî jinên Sûriyê binpêkirin têne kirin û bi navê şerefê tundî li ser wan tê meşandin û ji mafên xwe yên qanûnî pê par hatin hiştin. Her wiha destnîşan kir ku di şer de cenazeyên wan tên êrişkirin û şewitandin.

Nesrîn got: "Divê mafên jinan werin misogerkirin, pirjinî, zewicandina zarokan werin qedexekirin û wesyeta li ser jinan were rakirin da ku karibe bi serbestî cihê xwe di nava civakê de bigire."

 XWARINGEHA NAN Û DAN HAT VEKIRIN

Komîteya Aborî ya girêdayî Kongreya Star li bajarê Kobanê xwaringeha (Nan û Dan) bi merasîmekê vekir.

Bi dehan jin, tevlî endamên saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweser di merasîm de amade bûn.

Endama Rêveber a Komîteya Aborî Cîhan Kêko axivî, 8‘ê Adarê pîroz kir û spasiya kesên di vekirina vê xwaringehê de ked dan kir.

Li aliyekî din jî Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan belavokên bi navê "Na ji tundiyê re, na ji kuştinê re" belav kirin.

ANHA