‘Şerê Erdogan ê li dijî Kurdan nîjadperestiya wî nîşan dide’

Nivîskar, rojnameger û endamê parlemantoya Misirê Mustefa Bekrî anî ziman ku şerê Erdogan ê li dijî Kurdan şermezarî ye, ji ber ku şerê nejadî ye, çavbirçîbûna wî û nîjadperestiya wî eşkere dike.

 ‘Şerê Erdogan ê li dijî Kurdan nîjadperestiya wî nîşan dide’
7 adar, 2020   07:02
NAVENDA NÛÇEYAN – EMANÎ EZAM

Nivîskar, rojnameger û endamê parlementoya Misirê Mustefa Bekrî di hevdîtinek bi ajansa me re diyar kir ku Serokkomarê Tirk ku her çendî ku ber bi ketinê ve diçe, dewletên rojavayê bi doza penaberan şantaj dike û hêvî dike ku dê ev rêbaz ji wî re bibe destek.

Mustefa Bekrî polîtîkeyên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên nîjadperestî û komkujiyên li dijî kêm netewan şermezar kir û got: “Min projeyek pêşkêşî parlamantoyê kir da ku îtîrafê bi qirkirina Ermenan bike. 334 cîgirên misirî ev proje îmze kirin."

Nivîskar, rojnameger û endamê parlemantoya Misirê Mustefa Bekrî anî ziman ku şerê Erdogan ê li dijî Kurdan şermezarî ye, ji ber ku şerê nejadî ye, çavbirçîbûna wî û nîjadperestiya wî eşkere dike.

ANHA