​​​​​​​Gundên Şera û Şehbayê jî topbaran dikin

Hêzên dagirker bi çekên giran êrişî gundên navçeya Şera û herêma Şehbayê dikin.

​​​​​​​Gundên Şera û Şehbayê jî topbaran dikin
6 adar, 2020   19:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin bidestxistin, leşkerên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê gundên Irşadiyê, Tat Maraş û Kefer Antûn ên navçeya Şêra ya kantona Efrînê bi çekên giran topbaran dikin.

Li aliyekî din jî hate ragihandin ku gundên Eyn Deqnê û Şêx Îsa yên girêdayî kantona Şehbayê ji aliyê artêşa dagirker û çeteyên wê ve bi bijwarî têne topbarankirin.

ANHA