Desteya Jinan bi boneya 8’ê Adarê serdana YPJ`ê kir

Bi boneya 8’ê Adarê îro şandeya Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Navenda Giştî ya YPJ`ê ya li bajarê Hesekê kir.

Desteya Jinan bi boneya 8’ê Adarê serdana YPJ`ê kir
Desteya Jinan bi boneya 8’ê Adarê serdana YPJ`ê kir
Desteya Jinan bi boneya 8’ê Adarê serdana YPJ`ê kir
Desteya Jinan bi boneya 8’ê Adarê serdana YPJ`ê kir
6 adar, 2020   12:48
HESEKÊ

Serdan di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de pêk hat. Şande ji seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro, cîgira seroka Desteya Jinan Rûken Mele Îbrahîm, hevseroka Buroya Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêrîn Qemer, seroka Desteya Jinan a şaxê herêma Efrînê Zelûx Reşîd û hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Mihemed pêk dihat.

Fermandara YPJ`ê Axîn Nûjiyan û çend şervanên YPJ`ê pêşwaziya şandeyê kir.

Seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro li navendê diyar kir ku her çend wan berdêl dabin jî lê YPJ`ê ji wan zêdetir berdêl dane, lewma hêvî dikin ku îsal sala rizgariya herêmên artêşa Tirk dagir kirine be, ji Efrînê bigire û heta bi Serêkaniyê û Girê Spî.

Cîhan wiha axivî: "Doza me yek e, em hemû di oxira azadiya jinan de tê dikoşin, dê dawiya dewleta Tirk a dagirker li ser destê gel û YPJ`ê be, anku wekî gel û YPJ`ê dawî li rixistinên wekî DAIŞ`ê anîn dê wê jî têk bibin."

Cîhan Xidro di dawiya axaftina xwe de 8’ê Adarê li YPJ`ê û jinên cîhanê pîroz kir.

Paşê fermandara YPJ`ê Axîn Nûjiyan Roja Jinan a Cîhanê li jinên Rêveberiya Xweser û jinên cîhanê yên nûnertiya vê rojê dikin û bi cesaret berxwedanê dikin, pîroz kir.

Di dawiya serdanê de Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê spasnameyek pêşkêşî YPJ`ê kir û gul dan şervanên YPJ`ê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KH_ITLGkaJg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>