Di şahiya siyasî ya bernamzetê serokatiya Efganistanê de gule hatin avêtin

Îro li paytexta Efganistanê Kabûlê li şahiya siyasî ku bernamzetê serokatiyê Abdullah beşdar bûbû, gule hatin reşandin.

Di şahiya siyasî ya bernamzetê serokatiya Efganistanê de gule hatin avêtin
6 adar, 2020   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê  Abdullah, Ferîdon Kiwazon got dengê guleyan bilind bû, diyar e ku moşek li herêmê ketin. Abdullah û çend siyasemetdarên din bêyî ku birîndar bibin, yekser ji şahiyê derketin.

Berdevkê Wezareta Hundirîn Nisret Rehîmî anî ziman ku wan polîsên taybet şandine herêmê. Heta niha berpirsên êrişê û encamên êrişê ne diyar in.

Li milekî din serokê efganî Eşref Xenî êrişên li dijî şahiyê şermezar kirin û piştrast kir ku ev sûcdarî li dijî mirovahiyê ye.

Beriya niha rayedarên amerîkî  û efganî ragihandibû ku tevgera Talîban li gorî hevpeymana li Qeterê hatiye îmzekirin tev bigere, dê DYA û hevalbendên xwe yên di NATO`yê de di 14 mehan de hêzên xwe vekişînin.

(eh)