Li Reqa û Dêrazorê çalakiyên 8‘ê Adarê

Rêveberî û komîteyên jinan çalakiyên bi bondeya 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê didomînin. Li Hecîn cara yekem jin meşiyan.

Li Reqa û Dêrazorê çalakiyên 8‘ê Adarê
Li Reqa û Dêrazorê çalakiyên 8‘ê Adarê
Li Reqa û Dêrazorê çalakiyên 8‘ê Adarê
Li Reqa û Dêrazorê çalakiyên 8‘ê Adarê
Li Reqa û Dêrazorê çalakiyên 8‘ê Adarê
Li Reqa û Dêrazorê çalakiyên 8‘ê Adarê
Li Reqa û Dêrazorê çalakiyên 8‘ê Adarê
Li Reqa û Dêrazorê çalakiyên 8‘ê Adarê
5 adar, 2020   16:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêvebeirya Jinan, bi beşdarbûna bi dehan jin, dayik û hevjînin şehîdan li goristana Şehîd Xidir Hemade yê gundê Ebû Xeşeb ê gundewarê rojavayê Dêrazorê semînerek da.

Endama Rêveber a Rêveberiya Jinan Hiyam El-Ehmed semîner da, qala girîngiya Roja Jinan a Cîhanê kir.

Hiyam anî ziman ku bi saya YPJ‘ê herêm ji zulma terorê rizgar bû û gihiştiye vê astê.

Hiyam El-Ehmed 8‘ê Adarê li jinan pîroz kir ku bang li wan kir ku beşdarî çalakiyên bi vê boneyê têne lidarxistin, bibin, her wiha hêvî kir ku jinên cîhanê bi taybet jinên Sûriyê armancên xwe bi cih bînin.

Piştre, endama Rêvebera Rêveberiya Jinan Şehrezad El-Casim daxuyanî xwend. Şehrezad 8‘ê Adarê li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dayik û hevjînin şehîdan pîroz kir, her wiha soza şopandina rêya şehîd Hevrîn Xelef, Arîn û şehîdên din da.

Şehrezad bang li jinan kir ku li hemberî zulmê bisekinin û bendên koletiyê bişkînin ta bi îradeya xwe hêviyên xwe bi cih bînin.

HECÎN

Li Hecînê  yekem car piştî rizgarkirinê meşek ji aliyê Komîteya Jin a Meclisa Hecîn û jinên mamoste yê di Komîteya Perwerde û Fêrkirina ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê ve hate lidarxistin.

Di meşê de bi dehan jin beşdar bûn. Meş ji Dibistana Seretayî ya Mezreya Hecînê ber bi Saziya Îstîhlakê bi dirêjiya  1km dewam kir. Jinan di meşê de alên QSD, wêneyên şehîdan, pankartên sivlavkirina berxwedana jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û soza şopandina şehdî Hevrîn Xelef û Yasîm vekiribûn.

Meş li ber avahiya Saziya Îstîhlakê bi dawî bû. Bi navê Meclisa Jinan Fatima Dexîl, bi navê Meclisa Xeta Ebû Hesen, Fatima El-Hemed û bi navê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Nûr Şewlet axivî. Di axaftinan de 8‘ê Adarê li jinên Hecînê hate pîrozkirin û hate gotin: "Ev cara yekem e piştî rizgarkirin ji koletî û desthilatdaran em vê cejnê pîroz dikin, da ku ji cîhanê re bêjin ku bi îradeya jinan em ê hemû zehmetiyan derbas bikin da ku roja 8‘ê Adarê bikin rojek ronî."

Çalakî bi diruşmeyên "Jiyan, jiyan azadî" bi dawî bû.

REQA

Li Reqayê bi heman armancê buroyên jinan ên MSD û Partiya Sûriyê ya Pêşerojê civîn lidar xistin.

Di civîna ji aliyê buroya Jinan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ve hate lidarxistin de hevseroka Meclisa Taxa Ekrad Xezala Secawî û endama Buroya Jin a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Ebîr El-Derwîş axivîn û got: "Roja jinê, roja danasîna bi dayikê ye, ya ku nifşên amade ku alan hildin ava kir."

Buroya Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi beşdarbûna hiqûqnas, endizyar û wêjevan li ser 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê semîner lidar xist.

Endama Buroya Jinan a MSD‘ê Debiya El-Nasir axivî û got, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan di nava Rêveberiya Xweser de xwe rizgar kirin û ji hemû jinên cîhanê re bûne mînak, her wiha serkeftinên mezin qezenc kirin, di sîstema hevserokatiya de û siyasetê de kedek mezin da.

Piştre sinevîzyonek li ser serkeftinên jinan hate pêşandan.

BELAVOK HATIN BELAVKIRIN

Li aliyekî din, endamên jin ên rêveberî û meclisên jinan ên Reqayê belavokên têkildarî 8‘ê Adarê li welatiyan belav kirin.

ANHA