‘Divê gavên cidî ji bo pêkanîna yekitiya nîştimanî bên avêtin’

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê Mesûd Mihemed got xwespartina partiyên kurdî li ser dewletên derve, tu encamên erênî bi xwe re nayne. Her wiha îşaret bi girîngiya lezbûna gavên cidî ji bo pêkanîna yekitiya nîştimanî kir.

‘Divê gavên cidî ji bo pêkanîna yekitiya nîştimanî bên avêtin’
5 adar, 2020   10:27
KOBANÊ – UMER MIHEMED

Di demekê de ku dengên ji bo banga yekitiya partiyên siyasî bilind dibin û li hember xetereyên li ser destkeftiyên ku ji ailyê hêzên kurdî ve li tevahî Kurdistanê û li Rojava bi taybet hatine bidestxistin, lêkolînerê siyasî û endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê Mesûd Mihemed ji ajansa me ANHA`yê re axivî.

Mihemed di destpêkê de wiha got: "Berjewenediyên kesayetî ku hindek alî xwe bi dewletên derve re li ser hesabê netewe yan jî dozekê didin avakitin, tu berheman ji bilî şermê, bi xwe re naynin. Dîrokê îsbat kir ku berjewendiyên kesayetî neteweyê tune dikin. Ev yek çarenûsa opozîsyonê ye ku dev ji şoreşê berda û bûye amûrek di destê dewleta Tirk de.

Kurd ji demên berê de ji ber siyasetên dewletên derve rastî binpêkirinan hatine û bûne qurbaniyên van berjewendiyan. Ji ber wê jî hindek kesayetên siyasî di wê demê de xwe dispêrin wan dewletan, ji bo ku armancên xwe yên kesayetî pêk bînin.”

Lêkolînerê siyasî di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: "Li Rojava partiyên siyasî di nava xwe de bûne gelek parçe û her parçeyek bi aliyekî derve ve girêdayî ye. Ev yek neyînî bandorê li hêvî û pêkanîna armancên ku ji bo gelê Kurd tên xwestin, dike û ji ber wê jî divê hemû alî û partî xwe bikin yek û bi hev re alîkariyê bikin da ku erkên xwe li beramberî doza kurdî ku ji demên berê de û heta roja îro azarê dikişîne, pêk bînin da ku ji berjewendiyên derve re nebin qurbanî."

Mihemd wiha pê de çû: "Me wek Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê gelek civîn li dar xist da ku em şêwazên çareseriyê, gihîştina nuqteyeke erênî ji bo destpêka bi awayekî cidî, pêkanîna gavên ku xizmetê ji doza kurdî re ji aliyê hemû aliyan dike, pêk bînin."

Tevî ku gelek civîn di navbera hindek alî û partiyên siyasî yên herêmê de hat lidarxistin lê heta niha tu lihevkirin der barê lidarxistina kongreyeke nîştimanî de ku hemû partiyên siyasî yên li Rojava ji bo nîqaşkirina doza yekitiya nîştimanî tev lê bibin, nehatine kirin. Mesûd Mihemed tekez kir ku hindek aliyan tevlîhevî di navbera partiyan de derxistin da ku rewşeke bêbawerî di qada siyasî de çêbe.

Mesûd Mihemed îşaret bi girîngiya diyalogan û nîqaşkirina xwestekên her kesî bi awayekî cidî û dîplomatîk û bi taybet aliyên ku tev li maseya diyalogan nabin, kir.

Her wiha Mihemed destnîşan kir ku siyaseta dewleta Tirk baş tê naskirin, qet derfetê nade hebûna kurdî li ku derê be û tevî wê jî lê ENKS`ê, heta niha li ser hesabê neteweya kurdî xwe dispêre wê û Tirkiyê dijma Kurdan e, ne rejîma Sûriyê.

Lêkolînerê siyasî û endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê Mesûd Mihemed wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xwespartina partiyên kurdî li ser dewletên derve, tu encaman bi xwe re nayne. Divê di zûtirîn demê de yekitiya kurdî ya nîştimanî were avakirin da ku projeya demokratîk ji bo xizmeta gel pêk were.”

(bx)

ANHA