Beriya hevdîtina îro Amerîkayê hişyarî da Tirkiyê

​​​​​​​Di demekê de ku Washington behsa piştgiriya Tirkiyê li Idlibê dike, şandeyê Amerîkayê yê taybet bi Sûriyê James Jeffrey fikarên welatê xwe der barê kirîna pergala parastina hewayî ya S-400 a Rûsyayê de anî ziman. Ev yek beriya hevdîtina Pûtîn û Erdogan pêk hat.

Beriya hevdîtina îro Amerîkayê hişyarî da Tirkiyê
5 adar, 2020   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

James Jeffrey li Stenbolê got Amerîkayê alîkariyeke mirovî pêşkêş kir û agahiyan bi Tirkiyê re parve dike. Her wiha zextê li hevalbendên xwe yên Ewropayê dike da ku piştgiriya xwe zêde bikin.

Şandeyê Amerîkayê diyar kir ku Washington zextê li Ewropayê dike, da ku ji bo gihandina peymanekê der barê Sûriyê de piştgiriya xwe zêde bikin.

Hişyariya Amerîkayê ji bo Tirkiyê beriya çend saetan ji hevdîtina serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, pêk hat.

Beriya niha jî rayedarên Amerîkayê Tirkiye hişyar kiribû ku Rûsya ne hevkareke "pêbawer" a demdirêj e.

)eh)