`Berxwedana jinê çandek e`

Endamên Kongreya Star gotin:" Berxwedana jinê bi xwe çandek e, berhema wê ji destpêka dîrokê ve heya roja me ya îro ye. Maf, destkeftî û nirxên dîrokî encamên têkoşîna jinan a 40 salan e."

`Berxwedana jinê çandek e`
`Berxwedana jinê çandek e`
`Berxwedana jinê çandek e`
`Berxwedana jinê çandek e`
`Berxwedana jinê çandek e`
`Berxwedana jinê çandek e`
3 adar, 2020   17:11
AMÛDE

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, Kongreya Star bi dirûşmeya `Têkoşîna me azadiya me ye û berxwedana me serkeftî` semîner li  navçeya Amûde û bajarokê Girbawî yê girêdayî kantona Qamişlo li dar xistin.

Komîteya Amadekar a Çalakiyên 8‘ê Adarê ji Kongreya Star, Yekitiya Jinên Suryan, Jinên Ereb, Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, Meclisa Jinan a Sûriyê, Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Jin a herêma Cizîrê  û Kevana Zêrîn pêk tê.

Semîner li Navenda Hûrî ya Çand û Hunerê ya li navçeya Amûde lidar ket. Şêniyên bajarê Amûde û bajarokên girêdayî wê, endamên saziyên civaka sivîl, endamên Kongreya Star, endamên jin ên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)amade bûn.

Semîner bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endama Komîteya Perwerdê Îman Mehmûd axivî û bi gotina Rêber Abdullah Ocalan destpê kir û got: "Em li ser vê axa pîroz in; Şengal, Tedmur, Reqa, Heleb, Efrîn û Kobanê ne. Li van çiyayên azad, bi giyana Eştar û Baramatos em li ser şopa berxwedana ciwanên ku teror û hêzên tarî tune kirin gavan davêjin."

Îman wiha domand: "Berxwedana jinê bi xwe çandek e, berhema wê ji destpêka dîrokê ve heya roja me ya îro ye. Destkeftî û nirxên dîrokî encamên têkoşîna jinan a 40 salî ne, berhemên têkoşîna jinên ku jiyana xwe kirin rêyek ber bi azadiyê ve. Jina Kurd ji tevahiya jinên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Keldan û Ermen re pêşeng bû. Her roj 8`ê Adarê ye û bi pêşengiya jinê DAIŞ`ê tune bû."

Îman di nav axaftina xwe de destnîşan kir ku jin li hember şerên ku zihniyeta mêrdestiyê û desthilatdar li ser wê ferz kiriye û tevahiya binpêkirinên desthilatên kapîtalîzm û netewperestî liber xwe da û ji tevahiya gelên bindest re bû hêviyek. Her wiha berxwedanê jinê şoreşa serdemê danasîn û nasnameyek nû da wê.

QAMIŞLO

Girêdayî heman mijarê Kongreya Star semînerek li dibistana Hesen Elî ya li bajarokê Girbawî yê girêdayî bajarê Qamişlo lidar xist.

Jin, mêr ji pêkhateyên Ereb, Kurd û Suryan tevî şêniyên gund û bajarokê girêdayî wê mîna bajarok Kîza, El-Bo Diwêl û Totiye tev li semînerê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin endama rêveber a Meclisa Edaleta Jin Henîfe Mihemed axivî û 8`ê Adarê li tevhiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û jinên berxwedêr pîroz kir û got: "8`ê Adarê roja têkoşîn û berxwedanê li dijî zinhiyeta mêrdestî û kapîtalîzmê ye."

Di dawiya semîneran de soza şopandina rêya şehîdan heya rizgarkirina tevahiya herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û heya jin tevahiya mafên xwe bidest bixe hate  dayîn.

(şx)
ANHA