Meşa dirêj a ciwanên PYD‘ê bi dawî bû

Meşa dirêj a ciwanên PYD‘ê ya bi armanca eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan ku 4 saetan dewam kir, bi dawî bû.

Meşa dirêj a ciwanên PYD‘ê bi dawî bû
Meşa dirêj a ciwanên PYD‘ê bi dawî bû
Meşa dirêj a ciwanên PYD‘ê bi dawî bû
Meşa dirêj a ciwanên PYD‘ê bi dawî bû
Meşa dirêj a ciwanên PYD‘ê bi dawî bû
3 adar, 2020   17:56
HESEKÊ

Meş saet 12‘ê nîvro ji gundê Berkevirê yê rojavayê navçeya Dirbêsiyê dest pê kir. Meş di gundên Şêx Mensûr, Quneytra, Qeremanî û Çetelê re derbasî û li qada Şehîdan a navenda navçeyê bi dawî bû.

Di meşa bi dûrşmeya "Bi şoreşa ciwantiyê em ê faşîzmê têk bibin û Rêber Apo azad bikin" hatibû lidarxistin de bi sedan ciwanên ji pêkhateyên Kurd û Ereb ên herêma Cizîrê beşdar bûn.

Ciwanan posterên Rêber Abdullah Ocalan û alên PYD‘ê hilda bûn.

Meş li qada Şehîdan rawestiya. Hevseroka PYD‘ê Eyşe Hiso axivî û ev tişt got: "Em hemû dizanin ku jin û ciwan stûnên sereke ne. Hêzên ku dixwazin civakeke kole biafirînin hertim jin û ciwanan dikin hedef. Lê îro bi ramanê Ocalan re ku xwe dispêre felsefeya netewa demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş em dibînin ku dewleta Tirk li dijî kesayeta Rêber Ocalan komployan dike."

Eyşe Hiso diyar kir ku ciwanên PYD‘ê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dişopînin û got: "Em ê nesekinin ta agahiyekî li ser rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan bigirin, ji ber ku em dizanin û tevahî cîhanî dizane ku kilîta çareseriyê li cem Rêber Ocalan e."

Bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk Henan Mamed jî got: "Em ranawestin û nawestin ta rewşa rêbertî nas bikin. Bila dewleta Tirk a dagirker nas bike ku ciwan û gelê Kurd fedayî rêbertî ne, em li ser fikir û felsefeya wî mezin bin. Em ê hertim li qadan bin agahiyekê jê bigirin."

Çalakî bi dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

ANHA