Çapemeniya rejîmê: Tirkiyê 2 balafir li Idlibê hedef girtin

Torên çapemeniyê yên girêdayî rejîma Sûriyê piştrast kir ku dewleta Tirk 2 balafir li Idlibê xistin xwarê.

Çapemeniya rejîmê: Tirkiyê 2 balafir li Idlibê hedef girtin
1 adar, 2020   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA daxuyand ku hêzên rejîma Tirkiyê yên terorîst 2 balafirên Sûriyê li herêmê Idlibê hedef girtin, di heman demê de pîlotan xwe jê avêtin û baş in.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) û ajansa Euronewsê di demekê berê de ragihandibûn ku balafireke şer a girêdayî rejîmê li Ildibê hat rûxandin.

Ji aliyê xwe ve jî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê raporên bi îdîayên rûxandina balafira ji cureya Su-24 a girêdayî hêzên asîmanî yên Rûsyayê li asîmana Idlibê îro ku hatiye rûxandin, derewandin.

(fr)