'Daxwaza me şîrovekirina sedema şewata li Îmraliyê ye'

Di bin konê sersaxiyê de şêniyan daxwaza diyarkirin û şîrovekirina sedema şewata ku li Îmraliyê qewimî bû, kirin.

'Daxwaza me şîrovekirina sedema şewata li Îmraliyê ye'
'Daxwaza me şîrovekirina sedema şewata li Îmraliyê ye'
'Daxwaza me şîrovekirina sedema şewata li Îmraliyê ye'
'Daxwaza me şîrovekirina sedema şewata li Îmraliyê ye'
'Daxwaza me şîrovekirina sedema şewata li Îmraliyê ye'
'Daxwaza me şîrovekirina sedema şewata li Îmraliyê ye'
'Daxwaza me şîrovekirina sedema şewata li Îmraliyê ye'
'Daxwaza me şîrovekirina sedema şewata li Îmraliyê ye'
1 adar, 2020   12:13
QAMIŞLO

Îro bi dehan şêniyên Qamişlo serdana konê sersaxiyê yê şehîd Enes Selama(Şêro Qamişlo)kir.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd hatibû vedan, di bin kon de wêneyên şehîd, alên QSD`ê, YPJ`ê û YPG`ê hatibû rakirin.

Şehîd Enes Selama(Şêro Qamişlo) şervanê QSD`ê, di roja 27`ê Sibatê de, li navçeya Tirbespiyê dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû.

Di bin kon de endamê PYD`ê Ehmed Ehmed axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û paşê bal kişand ser bûyera şewata ku Îmraliyê qewimî bû û got: "Daxwaza me diyarkirin û şîrovekirina sedema şewata ku li Îmraliyê qewimî, ye."

Ehmed wiha berdewam kir: "Em heta ku parezerên rêber Ocelan serdana wî nekin nasekinin ".

Her wiha endamê rêvberiya şaredariya rojhilatê Qamişlo Fewaz Xelîl axivî û planên ku li ser rêber Ocelan tên meşandin şermezar kir.

Wê konê sersaxiyê heta berêvarî berdewam be.

(ekib)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/t-sDl9hm7Uc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>