Li Şamê ji bo rewşa Rêber Ocalan daxuyanî hat dayîn

TEV-DEM’ê li taxa Zorava ya Şamê daxuyaniyek derbarê rewşa Rêber Abdullah Ocalan de daxuyaniyek raya giştî û got: “Divê di zûtirîn dem de hevîtin bi Rêber Ocalan re werin çêkirin.”

Li Şamê ji bo rewşa Rêber Ocalan daxuyanî hat dayîn
28 sibat, 2020   14:26
ŞAM

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li taxa Zorava ya Şamê daxuyaniyek girêdayî agirê ku bi girava Îmralî ya ku Rêber Abdullah Ocalan lê girtiye, ketiye da. Bi dehan şênî beşdarî daxuyaniyê bûn.  Daxuyanî ji aliyê endamê TEV-DEM’ê Nezîr Mistefa Îbrahîm ve hat xwedin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê  saziya mafê mirovan a navnetewî , NY , encumena ewlekariya navnetewî , her wiha hêzên demokrat û pêşverûz bi erka xwe rabin, zextê li Tirkiyê bikin ku bihêlin parêzerên Rêber Ocalan bi wî re hevdîtinan pêk bînin. 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/B6jf_H09Nws" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>