Şêniyên Helebê komkujiyên ku Tirkiyê li dijî koçberên Efrînê pêk anîne, şermezar kirin

Şêniyên bajarê Helebê êrişên dewleta Tirk a dagirker û berdewama pêkanîna komkujiyan li dijî koçberên Efrînê yên sivîl li herêmên Şehba û navçeya Şêrawa şermezar kir û piştrast kir ku şêniyên Efrînê di berxwedana xwe de bi israr in, her wiha bang li saziyên pêwendîdar kir ku sînorekê ji sûcên dewleta Tirk a dagirker re deynin.

Şêniyên Helebê komkujiyên ku Tirkiyê li dijî koçberên Efrînê pêk anîne, şermezar kirin
28 sibat, 2020   06:42
HELEB-SOOLÎN REŞÎD-HENAN MIHEMED

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlên kantona Şehba û Şêrawa bi çekên giran zêde dibin, her wiha gundê Aqîbê yê girêdayî navçeya Şêrawa di 25’ê Sibatê de rastî êrişên bêserûber hat û di encamê de malbatek bi tevahî şehîd bû û di bin kavilan de ma.

Di vê çarçoveyê de şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê bi cih bûne, şermezar kirin.

Şêniyê bi navê Samî Receb ji gundê Aqibê ku şahidê êrişa bêserûber a li dijî gund bû, axivî û wiha got: "Çeteyan gund bi hawinan hedef girt. Lê dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gund hedef girt û di encamê de 3 mal hatin wêrankirin û sivîl di bin kavilan de man. Piştî hinekî topbaran rawestiya, şêniyên hewl da sivîlan ji bin kavilan bi der xînin. Lê belê dîsa gund hat topbarankirin û şêniyan nikarî ew yekser rizgar bikirana. Topek li ber mala min jî ket û ziyanên madî çêbûn û zarok gelek tirsiyan, tu cih nîn bûn ku xwe tê de veşêrin. Ji ber dewleta Tirk a dagirker bi şeklekî hovane her tişt tevî tu nuqteyên leşekrî li derdora gund tune bûn jî, hedef digirt, yekser sivîl hedef digirtin û mebesta wê koçberkirin e. Her wiha şêniyên di encama topbaranê de şehîd bûbûn, ji Efrînê neçarî koçberiyê bûn da ku di komkujiya dewleta Tirk a dagirker re derbas nebin."

 

Samî Receb bang li civaka navdewletî kir ku sînorekê ji van binpêkirin û komkujiyên li dijî şêniyên Efrînê re deyne, dagirkiriyê bi dawî bike û koçberên vegerîne warên wan.

Li aliyekî din jî Feyroz Heyder êrişên dagirkeriyê yên li dijî kantona Şehbayê şermezar kirin û wiha da zanîn: "Tevahî dewlet binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan dibînin, lê belê paşguh dikin. Ji ber ev êriş ne tenê dewletekê hedef digirin, lê belê hebûna gelekî hedef digirin. Êrişên li dijî koçberên Efrînê ji dema dagirkirina xaka wan ve ranewestîne û komkujiyên dewleta Tirk li dijî sivîlan ji zarok û jinan berdewam in."

Feyroz piştrast kir ku piştevaniya şêniyên Efrînê dikin û ew êriş vîna şêniyên Efrînê naşikîne.

Ji aliyê xwe ve jî ciwanê bi navê Îbrahîm Ehmed destnîşan kir ku êrişên dagirkeriyê yên bênavber li dijî koçberên Efrînê berdewam in. Ji ber ku şênî radestî siyaseta dagirkerî nebû û berxwedana xwe didomîne û bi hêviya rizgarkirina Efrînê ne û wiha bi dawî kir: "Wek çawa şêniyan li Efrînê li ber xwe daye,  dê li kantona Şehbayê jî heta vegera li Efrînê li ber xwe bidin."

(fr)

ANHA   

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/d3UiFf0Tl24" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>