​​​​​​​Zabitê rejîma Sûriyê ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Avdiko zabitek rejîma Sûriyê birîndar bûbû. Zabit ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Zabitê rejîma Sûriyê ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da
26 sibat, 2020   20:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Hesen Ednan Cabir zabitê rejîma Sûriyê yê ku di êrişên artêşa Tirk a dagirker de li dijî gundê Avdiko li rojavayê  Girê Spî de birîndar bûbû. Zabit  ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da.

(şx)

ANHA