‘Civîna ENKS’ê bandoreke neyînî li xebatên yekitiyê kir’

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê diyar kir ku civîna ENKS‘ê ya bi desthilatdariya Tirk re bandoreke neyinî li yekitiya kurdî kir.

‘Civîna ENKS’ê bandoreke neyînî li xebatên yekitiyê kir’
26 sibat, 2020   07:35
HESEKÊ – COZA ÎBRAHÎM

Di demekê de ku civaka Kurd li benda avakirina yekitiya kurdî dike, rêveberên Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) serdana dewleta Tirk kir ku beşek mezin ji xaka Kurdistanê dagir kiriye û bi awayekî eşkere dijberiya Kurdan dike. Dema serdan û encamên wê nerazîbûn û guman di nava Kurdan de çêkirin.

Li ser mijarê  endamê Komîteya Navendî ya Partiya Pêşverû ya Demokaratîk a Kurd li Sûriyê Ferhad Derwîş got: "Em banga yekitiya kurdî dikin, lê mixabitin heta niha em negihîştine  encaman der barê çareserkirina doza kurdî de, heta niha hemû partiyên kurdî li ser maseyekê rûneniştine."

Derwîş îşaret bi xetereya dewleta Tirk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rola wê di aloziya Sûriyê de kir û ev tişt anî ziman: "Ji ber vê yekê em bi hêvî ne ku hemû partî li hev kom bibin da ku yekrêziya xwe ava bikin."

‘DIVÊ ENKS JI ÎTÎLAFÊ QUT BIBE’

Derwîş diyar kir ku sedema nebaşbûna partiyên ENKS‘ê girêdana wê bi Îtîlfa Nîştimanî ye û wiha pê de çû: "Me hêvî dikir ku ev girêdan berdewam nekiriba, bi taybet di vê rewşa heyî de. Ji ber Îtîlaf girêdayî dewleta Tirk e û dewleta Tirk sivîlan dikuje, direvîne û koçber dike û hewl dide nasnaneya kurdî tune bike."

Ferhad Derwîş anî ziman ku divê partiyên ENKS‘ê der barê qutbûna xwe ji Îtîlafê de biryarekî bidin û got: "Divê em yekitiya neteweyî ava bikin û biryarên xwe li bajarê Qamişlo bidin."

Derwîş destnîşan kir ku ew ji ber serdana partiyên ENKS‘ê ji bo Tirkiyê û hevdîtinên wê bi rayedarên dewleta Tirk re matmayî maye, di demekê de ku dewleta Tirk bi sedan sivîl kuştin, herêmên kurdî wêran kirin û dagir kirin.

Derwîş got: "Em dijminahiya dewleta Tirk nakin, lê ew li hemberî Kurdan disekine û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hinceta avakirina herêma ewle dagir kirin, ev gotin derewa herî mezin li ser erdê ye."

Derwîş da zanîn ku Tirkiyê ya dagirker hewl dide projeya neteweya demokratîk û ewlehiya herêmê têk bibe.

Di berdewama axaftina xwe de endamê Komîteya Navendî ya Partiya Pêşverû ya Demokratîk a Kurd li Sûriyê got civîna ENKS‘ê ya bi Tirkan re bandora wê li yekitiya kurdî ters e û wiha domand: "Em tevgereke kurdî ne, hewl didin yekitiya kurdî çêkin.  Bi demê re em pêk tînin. Civîna dawî ya di navbera Tirkiyê û partiyên ENKS‘ê de astengiyên mezin der barê yekitiya kurdî de derxistin û bandora wî li yekitiya kurdî neyinî ye. Em hewl didin careke din li ser maseya diyalogan kom bibin û bigihîjin çareseriyê."

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bang li hemû aliyên siyasî yên kurdî kir ku li ser maseyek diyalogan rûnên ta bigihîjin çareseriyan û daxwazên gelê Kurd bi cih bînin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZEzq3yCJVY8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>