Ji ber topbarana dagirkeran malbatek di bin enqazan de ma

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yê li ser gundê Aqîbê yê Şêrawayê de xanî bi ser malbatekê de hilweşiya, nayê zanîn bê ka endamên malbatê sax in yan na.

Ji ber topbarana dagirkeran malbatek di bin enqazan de ma
25 sibat, 2020   20:57
EFRÎN

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  gundê Aqîbe yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê sivîl topbaran dikin.

Hate ragihandin ku ji ber topbaranê xanî bi ser malbatekê de hilweşiya. 2 zarok, dayik û bav, bi giştî 4 kes di bin enqazê de man.

Nayê zanîn bê ka endamên malbatê sax in yan na.

Topbarana li ser gundên Aqîbe Soxanekê, Bînê û Dêr Cemîl berdewam dike.

ANHA