Li Şamê teqîn

Li nêzî Stada Tişrîn a li paytexta Sûriyê Şamê bombeyek bi erebekî ve teqiya. Di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û yek din jî birîndar bû.

Li Şamê teqîn
25 sibat, 2020   18:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa NASA ya girêdayî rejîma Sûriyê ragihand ku li nêzî Stada Tişrîn a li paytexta Sûriyê Şamê bombeyek di erebeyekî de teqiya. Erebe ji cureya Hondayî ye. Di encama teqînê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û yek din bi giranî birîndar bû. Piştre sivîlê birîndar rakirin nexweşxaneya El-Muctehêd.

(şx)