Eyşe Hiso û Enwer Muslim bûn hevserokên PYD‘ê

Eyşe Hiso û Enwer Muslim wekî hevserokên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hatin hilbijartin.

Eyşe Hiso û Enwer Muslim bûn hevserokên PYD‘ê
25 sibat, 2020   16:11
QAMIŞLO

Kongreya 8‘emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di roja duyemîn de didome.

Piştî erêkirina rêziknameya partiyê, hilbijartin dest pê kir. Li gorî piraniya dengan Enwer Muslim û Eyşe Hiso bûn PYD‘ê hatin hilbijartin

Duh li bajarê Rimêlan kongreya 8`emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Bi yekitiya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" dest pê kir. 600 delege ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, başûrê Kurdistanê û Ewropayê beşdarî kongreyê bûne. Nûnerên MSD, QSD, Desteya Koordînasyona Nîştimanî – Tevgera Guhertin, Partiya Yekitiya Suryanî, Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, siyasetmedar, nûnerên partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên jin û ciwanan, eşîrên Kurd û Ereb, rewşenbîr û akademîsyen tev li kongreyê bûne.

Niha jî endamên Meclisa Giştî ya PYD‘ê têne hilbijartin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4WV2WJsLP6c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>