Ji Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê pêngava `Bi hev re em daran biçînin`

Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê ya girêdayê Desteya Herêmî û Hawîrdorê ya herêma Firatê dest bi pêngava çandina daran li herêmê kir. Tê payîn ku wê 20 hezar şitlên daran werîn danîn.

Ji Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê pêngava `Bi hev re em daran biçînin`
25 sibat, 2020   15:05
KOBANÊ

Bi dirûşmeya `Bi hev re em daran biçînin` Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê dest bi çandina daran li deverên herêma Firatê kir.

Wê 20 hezar dar li gelek cih di nav erdên bor de û rêyan herêma Firatê werin çandin.

Werşeya karmendên hawîrdorê dest bi çandina daran li taxa Şehîd Serhed kirin. Wê 3 hezar dar li gundê Xoxorî yê rojavayê bajarê Kobanê bi rûbera 10 hiktar werin çandin.

Wê 5 hezar darên merx û sewlî li her du girên di navbera navçeya Celebiye û herêma Sirînê de werin çandin.

Her wiha di çarçoveya hemleya Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê de dar wê li her sê deriyên têketina bajarê Kobanê, rêya Heleb, rêya Cerablus, rêya Hilinc werin çandin.

Darên têne çandin, daristanî ne mîna sewlî û merx û darên xemilandinê mîna nexîl, zeyzefûn û akasya kezorîn.

Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê ya herêma Firatê plan dike sê şitilgehan li ser asta kantona Kobanê li bajarokê Bender, navçeya Şêran û herêma Sirînê ava bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/r0g0V02DNOU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>