PYD‘ê biryar da ku hejmara endamên xwe zêde bike

Delgeyên kongreya 8‘emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk a biryar dan ku hejmara endamên partiyê zêde bibin.

PYD‘ê biryar da ku hejmara endamên xwe zêde bike
25 sibat, 2020   15:03
QAMIŞLO

Kongreya 8‘emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Bi yekitiya demokratîk em ê dagirkeriyê bi dawî bikin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" di roja duyemîn de li bajarokê Rimêlanê berdewam dike.

Delgeyên kongreyê biryar dan ku hejmara endamên Meclisa Giştî ya partiyê ji 49 endaman bikin 90 û endamên Desteya Rêveber li şûna 13 bikin 20.

Kongrê bi xwendina rêziknameyê didome.

ANHA