Artêşa Îsraîlê filistîniyek kuşt

Artêşa Îsraîlê vê sibehê ciwanekî filistînî kuşt û 2 ciwan jî birîndar kirin. Her wiha komên Filistînê gefên bersivdanê xwarin.

Artêşa Îsraîlê filistîniyek kuşt
23 sibat, 2020   12:30
XEZA

Nûçegihanê ANHA’yê yê Xezayê ragihand ku artêşa Îsraîlê ciwanekî filistînî kuşt û çend ciwanên din jî piştî nêzbûna wan ji sînorê Xezayê re birîndar kirin.

Artêşa Îsraîlê nehişt komeke ciwanan nêzî cenazeyê ciwanê kuştî bibe û gule li ciwanan reşandin, di encamê de çend ciwanên din jî birîndar bûn.

Nûçegihan bi bîr xist ku cenazeyên ciwanê hatiye kuştin, bi devê treksê ve hate girêdan û ber bi cihê hêzên Îsraîlê ve hate kişandin.

Seraya El-Quds baskê leşkerî yê Tevgera Cîhad El-Îslamî ya Filîstînê ragihand ku ciwan şervanê wan bû. Her wiha artêşa Îsraîlê jî wiha da zanîn: "Komeke ciwanên Filîstînê nêzî têlên sînor ên li başûrê Xezayê bûn û gule li wan hatin reşandin."

Girêdayî mijarê komên Filîstînê di daxuyaniyên xwe de gefên bersivdanê xwarin.

Tevgera Hemasê wiha da zanîn: "Kuştina bizanebûn a ji aliyê hêzên dagirker ve ciwanên sivîl li ser sînorê Xezayê û destdirêjiya li cenazeyên wan li pêş çavên tevahî cîhanê, sûcekî kirêt e ku li qeydên sûcên wê yên reş ên li dijî gelê Filîstînê zêde dibe û dijmin barê vê û encamên wê hildigire."

(fr)