Siyasetmedarên jin ên girtî ji kongreya HDP’ê re nameyek şand

Siyasetmedarên jin ên girtî yên di zindanên dewleta Tirk de nameyek ji kongereya HDP’ê re şand û got "Îro gelê Kurd û dostên wan li mala xwe, li kuçeyan, li zindanan û li her derê li dijî faşîzmê li ber xwe didin. Em dizanin ku li derê serhildan hebe, li wir hêvî jî heye.”

Siyasetmedarên jin ên girtî ji kongreya HDP’ê re nameyek şand
23 sibat, 2020   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Jinên siyasetmedar ên girtî Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Selma Irmak, Fîgen Yuksekdag, Gulser Yildirim, Çaglar Demîrel, Aysel Tugluk, Edibe Şahîn ve Nûrhayat Altûn peyamek ji Kongreya Asayî ya Çaremîn a HDP'ê re şand.

Peyama siyasetmedarên girtî wiha ye:

"Em hêvî dikin ku ew ê kongre rê li wekhevî, azadî, demokrasî û têkoşînê veke û serîhildanê mezin bike. Em wekî jinên di Zindana Kandirayê de em we bi moral û coşek mezin silav dikin û serkeftinê dixwazin.

Bloka faşîst a îqtidarê, kesên di qada siyasetê de têkoşînê didin di operasyonên qirkirinê de rehîn digirin û bi 'siyaseta qeyûman' dixwazin serîhildana têkoşînê têk bibe, dixwazin hêviya gel bişkîne, têkoşîna jinê ya ji bo aştiyê têk bibe. Polîtikayên îmha, înkar û bişaftinê dubare dikin û bi vî awayî têkoşîna jinê ya ji bo aştiyê asteng dike. Lê ev hewildana ew ê bê encam bimîne. Dîroka têkoşînê ya jinên kurd di heman demê de dîroka serîhildanê ye. Di dîrokê de li dijî zaliman têkoşîn hatiye meşandin. Îro gelê kurd û dostên wan li mala xwe, li kuçeyan, li zindanan û li her derê li dijî faşîzmê li berxwe didin. Em dizanin ku li derekê serîlhildan hebe li wir hêvî jî heye. Ger li wir hêvî hebe ew ê ji tariyê re cih çê nebe.

Daxwazên gelê kurd ên maf û azadiyê bi zext û polîtikayên zordestiyê tê xwestin ku bê binpêkirin. Bi tecrîdê pirsgirêka kurd dirêj dikin. Tecrîd emrê pirsgirêkan mezin dike. Bi tecrîdê di heman demê de azadî, demokrasî tên tecrîdkirin. Em hemû dizanin heta tecrîd bi dawî nebe ew ê pirsgirêk çareser nebin. HDP kilîta çareseriyê ye.

Ew ê kongre xala azadiya jinan pêş bixîne. Her serdemê peywira me ya herî girîng xwerêxistinkirin e. Loma divê civakek birêxistinkirî were avakirin. Ji bo em hêviya gelê xwe pêş bixin divê em têkoşîna xwe mezin bikin. Em serkeftinê ji bo serokên giştî û endamên meclisa partiyê dixwazin.”