Li Wanê ji ber erdhejê 9 kesan jiyana xwe ji dest da

Îro serê sibê li bajarê Xoyê yê Rojhilat erdhejekê rû da û bandor li gundên li ser sînorê Rojhilat ên Wanê ya Bakurê Kurdistanê jî kir. Hejmara mirovên ji ber erdhejê li Wanê jiyana xwe ji dest da, gihaşt 9 kesan.

Li Wanê ji ber erdhejê 9 kesan jiyana xwe ji dest da
23 sibat, 2020   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN 

Erdheja bi dijwariya 5.8 pileyî ku navenda wê bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, li navçeya Elbak a Wanê bû sedema hilweşîna gelek xaniyan.

Li Wanê hejmara mirovên jiyana xwe ji dest da bû 9 kes.

Hin gundên li Rojhilatê Kurdistanê erdhejê bandor lê kirin, wiha ne: Kotol, Belecuk, Gernavîk, Razî, Kotan, Yusifava, Hebeşa Jêrîn, Gerdîk, Hisar, Hindivan, Zeri, Mexî, Çayî, Birûşxwaran, Germavêj û Petevêr. Li van gundan derdora 15 hezar kes dijî.

Tê gotin ku heta niha derdora 25 kesî birîndar bûne. Pêwendî bi herêma ku erdhejê lê rû da nikare pêk were.

Tedawiya 25 birîndaran ji li nexweşxaneyên Wanê didome.