Li Kobanê kesekî hevjîna xwe û kurê xwe kuştin

Kesê bi nave Hisên Evdo îro di saetên sibê de hevjîna xwe Hûda Ehmed Elî û kurê xwe Azad Hesen Emo di nav darên li rojavayê bajarê Kobanê de kuşt.

Li Kobanê kesekî hevjîna xwe û kurê xwe kuştin
23 sibat, 2020   11:19
KOBANÊ

Kesê bi nave Hisên Evdo ji şêniyên gundê Dirbazîna Jorîn a rojavayê bajarê Kobanê ye. Evdo îro saet di 03:00`an de hevjîn û kurê xwe kuştin.

Li gorî agahiyên destpêkê ku Hisên Evdo hevjîna xwe Hûda Ehmed Elî (27) bi keviran kuştiye. Hûda ji Şedadê ya başûrê bajarê Hesekê ye û kurê wê Azad jî 10 salî bû.

Hate zanîn ku piştî ku Hisên Evdo hevjîn û kurê xwe kuşt, xwe radestî hêzên Ewlekariya Hundirîn kir. Der barê kuştina wan de lêpirsîn didome.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn malbata Hûda anî Kobanê da ku cenaze bibin cihê jidayikbûna wê Şedadê. Tê payîn ku cenaze îro were şandin.

Malbat beriya çend rojan ji Denmarkê vegeriyabû Kobanê.

(bx)

ANHA