Çeteyên Tirkiyê 4 top li dora Himêmîm xistin

Komên çeteyên girêdayî Tirkiyê nuqteyên hêzên rejîma Sûriyê li nêzî bargeha Himêmîm a Rûsî li gundewarê Lazîqiye bi çar topan kirin hedef.

Çeteyên Tirkiyê 4 top li dora Himêmîm xistin
19 sibat, 2020   20:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku komên çeteyan nuqteyên hêzên rejîma Sûriyê li gundewarê Lazîqiye li nêzî bargeha Himêmîm bi 4 moşekan kirin hedef.

Li gorî navendê, pergala parastinê ya asmanî êriş şikand. Lê heta niha tu agahiyên girêdayî ziyanên mirovî nehatin zanîn.

Ev êriş li gel alozbûna têkiliyên Tirkiyê û Rûsyayê girêdayî Idlibê pêk hat. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan careke din gef li hêzên rejîma Sûriyê xwar. Ji aliyekî din ve Kremlin bersîv da û got: Êrişa Tirkiyê li dijî rejîmê sînaryoyek ne baş e.

(şx)