​​​​​​​Şaşmayîna Tirkiyê ya li Idlibê… kî wê Erdogan ji ser darê deyne?

Armancên şerên li Idlibê û Sûriyê êdî zelaltir bûn. Lê Tirk ji her demê bêtir şaş mane ku çêbikin û qada siyasî  ku rayedarên Tirk di dirêjahiya salan de meşandine, teng bûye. Niha divê hilbijêre. Pîvana hêzan vegere hecma xwe ya berê. Bi taybet jî aliyên ku tevahiya kaxizên xwe bi carekê eşkere kirin.

​​​​​​​Şaşmayîna Tirkiyê ya li Idlibê… kî wê Erdogan ji ser darê deyne?
16 sibat, 2020   05:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Bûyerên siyasî û leşkerî her kêlî didomin û pêş dikevin. Di navbera gurkirina Tirkiyê û şandina hêzên leşkerî ji gundewarên Heleb û Idlibê re û pêşketina hêzên rejîma Sûriyê bi desteka Rûsya, pîvanên hêzan têne guhertin û li ser rewşê hakim dibin.

IDLIB ARAM E Û HELEB DIŞEWITE..ÇAVÊN REJÎMÊ LI  BAB EL-HEWAYÊ NE

Piştî ku hêzên rejîma Sûriyê bajarokê Seraqêb ê gundewarê Idlibê kontrol kirin, qêrîna Tirkiyê û gefên wê zêde bûn. Tirkiyê hêzên xwe yên leşkerî şandine herêmê. Amedekariyên wan dişibin amedekariyên dagirkeriyek nû. Lê rejîma Sûriyê bi desteka Rûsyayên herêmên din û girîng kontrol dike. Heta ku dora rêya navneteweyî  M5 dabîn bike. Herî dawî şeva roja Înê bajarokê Urum El-Kubra li gundewarê Helebê kontrol kir.

Rejîma Sûriyê gundewarê Helebê gur kir û berê xwe daye deriyê ser sînorê Bab El-hewayê. Li gorî wê operasyonên xwe didomîne. Ji ber wê metirsiyên Tirkiyê çêbûn.

TIRKIYE ŞAŞ MAYE Û QADA SIYASETÊ TENG BÛYE

Ev pêşketinên rû dane, hişt ku Tirkiye şaş bimîne. Qada rahênên siyasî û leşkerî û bikaranîna nakokiyên navneteweyî li ser qada Sûriyê teng kir.

Ruxmî gefên Tirkiyê tevî ku hêzên leşkerî dişîne herêmê, lê hêvî dikin bi Rûsyayê re bigihêjin lihevkirinekê. Lê rejîma Sûriyê operasyonên xwe, hedefgirtina nuqteyên Tirkiyê û qetilkirina leşkerên Tirkiyê didomîne.  Ev bi erêkirina Rûsya pêk hat.

Me di rojên derbasbûyî de dît ku çawa Tirkiyê ruxmî gefên xwe, bi pêşketina hêzên Rejîmê re nuqteyên xwe paşde kişandin.

Di nava van nakokiyan de  Tirkiye hewl dide destekê ji hevalbendên xwe DYA û NATO`yê werbigire. Lê nikarî bidest bixe.

Peyamên Amerîka ji Tirkan re diyar bûn. Divê helwesta xwe ji têkiliya xwe bi Rûsyayê re diyar bike. Şandeya Washingtonê ya NATO`yê got ew desta Tirkiyê li dijî rejîmê dike lê girtekên Tirkiyê di Sûriyê de napejirîn e.

Piştî wê rayedarek peyabilind ê wezareta derve ya Amerîkayê got divê Tirkiyê li şûna pişta xwe bide Rûsya, xwe nêzî rojava bike da ku dosyaya Sûriyê çareser bike.

Rayedarek ku nexwest navê xwe eşkere bike got: “Bi texmîna min bûyerên li Sûriyê rû didin, diyar dikin ku berjewendiyên Tirkiyê û Rûsya nakok in.”

Diyar bû ku Tirk pozbilindiya xwe didomînin. Lê di dawiyê de ew neçar in hevalbendan hilbijêre.

Rûsya ne mecbûr e careke din li gorî aqilê Tirkan biçe. Ew ji peymanên Tirkiyê-Rojava bi fikar e û êdî nebawerî di navbera wan de zêde dibe.

Amerîka jî wê desteka Tirkiyê neke heta ku tawîzan bide û dev ji lihevkirinên xwe bi Rûsyayê re berde, mîna lihevkirina S 400 û gazê yên ku Tirkiyê nikare dev jê berde.

Di encamê de sînaryoya herî muhtemel, ew e ku Tirkiyê carek din ji Rûsya re tawîzan pêşkêş bike. Mîna ku piştî ketina balafira Rûsyayê kiriye. Piştî ku Rejîmê tevahiya herêmên girîng ji Idlibê kontrol kir, şer li wir aram bû û bera wê veguherî Helebê. Rejîm hewl dide tevahiya herêmên girîng li Helebê kontrol bike û rêyên îmdad(destekê) qut bike.

Niha ji bo Rejîm û Rûsya ne girîng e ku derbasî Idlibê bibin, ji bo ku Rojava ji pêlek koçberiyê nû hêrs nebe. Piştî dabînkirina rêyên navneteweyî dibe şer rawestin. Erdogan wê îdia bike ku hêzên wê yên ku şandine herêmê pêşketina Rejîmê rawestandine.

(şx)

ANHA