Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî

Rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî ragihandin ku tevî Tirkiye hêzên xwe dikişîne Idlibê, lê ji sekna li hemberî Rûsyayê dûr dikeve. NATO erkên xwe yên li Iraqê berfireh dike. Rojnameyan diyar kir ku Erebistana Siûdiyê ji ber "xapandinên Qatarê" hevdîtin rawestandin.

Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî
16 sibat, 2020   05:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî bal kişandin ser rewşa Idlibê, nakokiyên Rûsya û Tirkiyê, rewşa Iraqê û aloziya Kendavê.

EL-EREB: ENQERE, JI BO RIKBERIYEK BÊENCAM XWE LI IDLIBÊ AMADE DIKE

Rojnameyê di derbarê rewşa Idlibê de wiha nivîsî: "Artêşa Sûriyê bi lez ber bi bidawîkirina pêngava yekemîn a operasyona leşkerî ya Idlibê ve diçe, êdî nêzî rêya navdewletî M5 bûye.

Pirsa ku xwe derdikeve  pêş niha ev e; gelo artêşa ku Rûsya piştgiriya wê dike, lê li ser plana xwe bimîne, anku dê vê rêya M5 û M4 bi tevahî kontrol bike? Yan dê  berê xwe bide navenda parêzgeha Idlibê ku ev yek jî tê wateya ku bi Tirkiyê re rû bi rû bimîne. Jixwe Tirkiye jî bi lez hêzên xwe dikişîne vê parêzgehê.

Çavdêr dibêjin Tirkiye gelek xirecirê dike, xwe dide nîşandan ku dê bi Rûsyayê re bikeve rikberiyê, lê ew li pişt perdeyan hewl dide nekeve tu pevçûnan. Ji ber ku encamên pevçûnê dê ne diyar bin, bi taybet ku dewletên rojava piştgiriya Tirkiyê nakin.

Tirkiye ditirse ku operasyona leşkerî ya artêşa Sûriyê, ji kontrolkirina her du rêyên navdewletî mezintir be û berê xwe bide tevahiya parêzgeha Idlibê û derdora wê. Ev tê wateya ku pelikeke girîng a Tirkiyê dê ji destên wê biçe, ji ber vê sedemê jî Tirkiye ew qas hêzan dikişîne Idlibê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di nava hefteyekê de 1240 maşîneyên leşkerî yên Tirkiyê û 5 hezar leşker derbasî Idlibê bûne.

Li gorî çavdêran, plana artêşê, ka dê biçe navenda Idlibê yan biçe bajarê Cisir El-Şixûr, ew ê diyar bike ka hêzên li wir dê çi bikin, jixwe yek ji wan hêzan ji Tirkiye ye.

BEWABET EL-EHRAM: NATO LI SER DAXWAZA TRUMP LI IRAQÊ AMADEKARIYA KAREKÎ MEZIN DIKE

Derbarê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: “Piştî ku serokê Amerîkayê Donald Trump xwest ku NATO roleke mezintir li Rojhilata Navîn bilîze, NATO’yê diyar kir ku ew ê erkên perwerdeyê li Iraqê ferhtir bikin.

Wezîrên parastinê yê NATO’yê biryar da ku hijmara endamên NATO’yê yên ku li Iraqê perwerdeyê didin, niha 500 kes in. Dê vê hêjmarê zêde bike.

Ajansa Bloombergê li ser zimanê  sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg got: “Di dema niha de dê hin xebatên NATO’yê yên perwerdeyê dewam bikin. Her wiha wezîran li hev kir ku amadekariyên gavên piştî vê gava yekem, bikin.”

ŞERQ EL-EWSET: SIÛDIYÊ JI BER "XAPANDINÊN QATARÊ" HEVDÎTIN RAWESTANDIN

Derbarê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Çavkaniyeke dîplomatîk piştrast kir ku Erebistana Siûdî hevdîtinên der barê bidawîkirina ambargoya li ser Qatarê rawestandine. Sedema vê yekê  "lîstok û tevliheviya şandeya Qatarê" ye. Her wiha diyar kir ku Riyad dixwest vê mijarê çareser bike.”

Çavkaniyeke dîplomatîk ji Şerq El-Ewsat re got "Endamên şandeya Qaterê ya hevdîtinan tevlihev bûn, ne durist bûn, nedixwestin bigihîjin çareseriyeke bingehîn. Li şûna wê xapandin dikirin da ku hevdîtinan dirêj bikin" lewma Riyadê hevdîtin rawestandin.”

Her wiha diyar kir ku Siûdiyê girêdayî xalên çareseriyê ne "bi taybet mijara girêdayî ewlehiyan neteweyî". Her wiha da zanîn ku eger Qatar bixwaze hevdîtin nû bibin, pêwîst e şandeya wê dest ji xapandinan berde.

ANHA