Ji ber rewşa hewayî vegera 35 malbatên koçber taloq bû

Rêveberiya kampa Holê ji ber rewşa hewayî ya nebaş û girtina rêyên sereke li herêmê, şandina beşeke din ji koçberên Sûriyê ji bo bajarên wan, taloq kir.

Ji ber rewşa hewayî vegera 35 malbatên koçber taloq bû
Ji ber rewşa hewayî vegera 35 malbatên koçber taloq bû
Ji ber rewşa hewayî vegera 35 malbatên koçber taloq bû
Ji ber rewşa hewayî vegera 35 malbatên koçber taloq bû
Ji ber rewşa hewayî vegera 35 malbatên koçber taloq bû
13 sibat, 2020   11:43
NAVENDA NÛŞEYAN- EHMED MIHEMED

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegera koçberên ku dixwazin vegerin bajarên xwe, bi rêxistin dike.

Dihat payîn ku rêveberiya kampa Holê beşeke din ji koçberên ji Reqa û Tebqayê vegerîne bajarên wan. Lê ji ber rewşa hewa ya nebaş û barîna zêde ya berfê, hate taloqkirin.

Li gorî biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştî bidawîkirina kaxizên pêwîst û garantiya êlên eşîran, koçberên kampa Holê dikarin vegerin bajarên xwe.

Dihat payîn ku 35 malbatên koçber ên ji Reqa û Tebqayê di gera vegerê ya 12`emîn de ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêxistin dike, vegeriyana bajarên xwe. Lê belê gera vegerê hat taloqkirin heta ku rewşa hewa baş dibe û rêyên sereke yên diçin her du bajaran bikevin xizmetê.

Rêveberiya kampa Holê gera 11`emîn a koçberên ji Dêrazorê di 2`ê Çileya 2020`an de bi rêxistin kiribû.

(cx)

ANHA