Rejîmê êrişî nûçegihanê me kir û kamîreya wî desteser kir

Endamên rejîma Sûriyê êrişî nûçegihanê ajansa me ANHA`yê ku rewşa li gundê Xirbet Emo dişopîne kir û kamîreya wî desteser kirin.

Rejîmê êrişî nûçegihanê me kir û kamîreya wî desteser kir
12 sibat, 2020   10:44
QAMIŞLO

Endamên hêzên rejîma Sûriyê êrişî nûçegihanê ajansa me ANHA`yê ku rewşa li gundê Xirbet Emo yê başûr rojhilatê Qamişlo dişopîne, kir.

Nûçegihanê me diyar kir ku endamên hêzên rejîmê êrişî wî kir, kamîreya wî desteser kir û piştî gef lê xwarin neçar man ku ji cihê bûyerê dûr bikeve.

Komeke endamên El-Dîfa El-Wetenî yên girêdayî rejîma Sûriyê li gundê Xirbet Emo derdora dewriyeya Amerîkî girtibûn.

Tevî dewriyeya Rûsî û Amerîkî li herêmê hene lê rewş ne başe.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9uF1JtnPlPg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

(bx)

ANHA