Dermansazên Qamişlo konferansa xwe sêyemîn li dar xist

Ji bo amadekariya kongreya giştî ya Yekitiya Dermansazan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro li bajarê Qamişlo Konferansa 3’yemîn a Yekitiya Dermansazên Qamişlo li dar ket, da ku pirsgirêk û astengiyên li pêş beşa tendurirtiyê nîqaş bikin û ji nû ve meclisa rêveberiya yekitiyê hilbijêrin.

Dermansazên Qamişlo konferansa xwe sêyemîn li dar xist
Dermansazên Qamişlo konferansa xwe sêyemîn li dar xist
Dermansazên Qamişlo konferansa xwe sêyemîn li dar xist
Dermansazên Qamişlo konferansa xwe sêyemîn li dar xist
7 sibat, 2020   12:05
QAMIŞLO

Bi beşdariya dermenfiroşên bajêr, Konferansa 3’yemîn a Yekitiya Dermansazên Qamişlo li hola Desteya Xweparastinê ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar ket.

Di konferansê de hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Menal Mihemed, hevserokên TEV-DEM’ê Zelal Cîger û Xerîb Hiso amade bûn.

Konferans, bi amadekariya lidarxistina kongreyeke giştî ya Yekitiya Dermansazên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dê di çend hefteyên pêş de li dar bikeve, li dar ket. Di konferansê de pirsgirêkên pîşeyî, astengî, dabînkirina dermanan û pêşkêşkirina ji gel re piştî bihabûna wan, hatin nîqaşkirin.

Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Cîger ji dermansazan re tevahî rewşên ku herêm tê re derbas dibe, nexasim hedefên artêşa Tirk a dagirker û berjewendiyên wê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û mêtingeriya wê li tevahî Rojhilata Navîn, şîrove kirin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, rapora salane ya Yekitiya Dermansazên Qamişlo hat xwendin.

Her wiha kongre bi pêşniyarkirin û pirsgirêkên li pêş beşa tenduristiyê û dîtina çareyan jê re berdewam e û piştre dê dengdayîna li ser hilbijartina meclisa rêveberiyê ya yekitiyê pêk bê.

Nêzî 700 dermanfiroş xwe di bin banê Yekitiya Dermasazan de bi rêxistin dikin û di bajarê Qamişlo de 207 dermanxane hene. Dê konferansên mîna vê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên lidarxistin.

(fr)

ANHA