Nuqteyên Tirkiyê ji bo dagirkirina domdar a xaka Sûriyê amade ne

Çavkaniyekî dewleta Tirk daxuyand ku nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk ên li Idlibê bi alavên parastinê amadekirî ne û leşkerên xwe venakişînin.

Nuqteyên Tirkiyê ji bo dagirkirina domdar a xaka Sûriyê amade ne
7 sibat, 2020   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ewlehiyê yê dewleta Tirk ji Reutersê re wiha got: "Di plana dewleta Tirk de vekişandina hêzên xwe ji nuqteyên çavdêriyê yên li Idlibê tevî ku 3 nuqte ji wan niha li herêmên di bin serweriya hêzên rejîmê de ne, tune ye."

Çavkanî wiha lê zêde kir: "Tu pirsgirêk bi leşkerên dewleta Tirk re li Seraqibê tune ne û tevahî nuqteyên çavdêriyê li Idlibê ji parastinê re amade ne."

Heman çavkanî îşaret pê kir ku dewriyeyên hevpar bi Rûsyayê re li bakurê Sûriyê bi sedema rewşên hewayî û ne bi sedema êrişên li dijî Idlibê, rawestîne.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, heta dawiya meha Sibatê dema vekişîna hêzên rejîmê ji derdora nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê yên li Idlibê da û gefên êrişeke leşkerî li herêmê xwarin.

(fr)