Wezareta Hundirîn a Iraqê lêpirsînek der ‘Kumşînan’ de vekir

Wezareta Hundirîn a Iraqê eşkere kir ku lêpirsîn têkildarî kesên destê wan di rûdanên dawîn de ku li parêzgehên Necef û Kerbelayê çêbûne, pêk tê.

Wezareta Hundirîn a Iraqê lêpirsînek der ‘Kumşînan’ de vekir
7 sibat, 2020   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê bi daxuyaniyekê wiha diyar kir: "Hêzên ewlehiyê bi erkên xwe yên parastina xwepêşandêran û nehiştina êrişên li ser wan radibin, her wiha bang li xwepêşandêran dike ku xwe ragirin û parastina berjewendiyên giştî û taybet bikin."

Li Necefê ku 75 km dûrî Kerbelayê ye, rûdanên dijwar pêk hatin, di encamê de 8 xwepêşadêr duh ji ber êrişkirina alîgirên Teyar El-Sedrî li qada xwepêşandanê ya li Necefê, hatin kuştin.

Dûre koma ‘Kumşînan’ a girêdayî Teyar El-Sedrî qada xwepêşandanê piştî vekişîna xwepêşandêran, serwer kir.

Di encama guleavêtinê de, zêdetirî 150 xwepêşandêr birîndar bûn, her wiha avahiya Gerînendetiya Avê ya li nêzî Qada El-Sedrên a li naverasta Necefê û konên xwepêşandêran ên li qadê hatin şewitandin.

Li Kerbelayê jî alîgirên Teyar El-Sedr duh bi ser Qada El-Terbiye de girt û êrişî xwepêşandêran kir û dikeya xwepêşandanê ya sereke hilweşand û di encamê de zêdetirî 10 xwepêşandêr birîndar bûn.

Di heman çarçoveyê de, wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pempoe duh kiryarên tundiyê yên li bajarê Necefê û bajarên Iraqê yên dîtir ku di encamê de kuştin û birîndar çêbûne, şermezar kirin.

Pempoe ji desthilatdarên Iraqê daxwaz kir ku bergiriyên bilez bigirin da ku milîs û komên çekdar ên li bajarê Necefê û ji bilî wê yên li bajarên Iraqê ku kiryarên tundiyê li dijî xwepêşandêran pêk tînin, lêpirsîn bikin.

(fr)