Kehrebeya Til Temirê ev 2 roj e qut bûye… rêveberî û şênî çi dibêjin?

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kehrebeya Til Temirê û gundewarên wê kir hedefa êrişan û ev 2 roj e kehrebe qut bûye. Şêniyên navçeyê got “Dewleta Tirk dixwaze bi van kiryaran gel ji herêmê derxe, lê bi ser nakeve.” Rêveberiya kehrebeyê jî cihê bûyerê keşf kir û da zanîn “Di encama avêtina 2 obûsan de xetên kehrebeyê qut bûne û ziyan dîtine ku em ê hewl bidin îro çareser bikin.”

Kehrebeya Til Temirê ev 2 roj e qut bûye… rêveberî û şênî çi dibêjin?
Kehrebeya Til Temirê ev 2 roj e qut bûye… rêveberî û şênî çi dibêjin?
Kehrebeya Til Temirê ev 2 roj e qut bûye… rêveberî û şênî çi dibêjin?
Kehrebeya Til Temirê ev 2 roj e qut bûye… rêveberî û şênî çi dibêjin?
7 sibat, 2020   10:39
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê toreyên kehrebeyê yên li gundê Um El-Kêf ê girêdayî navçeya Til Temirê beriya 2 rojan kirin hedef. Di encamê de kehrebe bûye 2 roj li ser bajêr û gundewarên navçeyê qut e. Toreya kehrebeyê li kelêka mezraya Çêleka ya ku leşkerên Rûsyayê tê de bi cih bûne û di nav nuqteya rejîma Sûriyê de ye. Di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ne ji aliyê rejîma Sûriyê ve, ji aliyê leşkerên Rûsyayê ve bersiv hate dayîn. 

Têkildarî qutbûna kehrebeyê şêniyên navçeya Til Temirê û Rêveberiya Saziya Kehrebeyê nêrînên xwe anîn ser ziman.

DU XETÊN KEHREBEYÊ QUT BÛNE

Endamê Rêveberiya saziya kehrebeyê ya navçeya Til Temirê Feyat Ismaîl ji bo serarestkirinê, toreyên kehrebeyê keşf kirin. Ismaîl diyar kir ku ji ber parçeyên obûsan kebloyên kehrebeyê gelek ziyan dîtine û got: “Du obûs li toreyên kehrebeyê ketin. Du xetên kehrebeyê jî qut bûne û agir pê ketine. Me keşif kir û em ê  hewl bidin îro wan xetan girê bidin.  Me ji bajarê Hesekê keblo xwestine, wê îro werin. Em hewl didin yekser wê pirsgirêkê çareser bikin, lê xetere li ser me jî heye. Em nikarin bi hesanî biçin ser toreya kehrebeyê. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê me dikin hedef. Ji bo ku em wê pirsgirêkê çareser bikin, me rêya xwe li nuqteya Rûsyayê xist, lê nehatin û bi me re nîqaş nekirin. Ji ber wê em neçar man ku werin keşif bikin.”

‘DIXWAZIN NAVÇEYÊ VALA BIKIN’

Şêniya navçeya Til Temir Hîlala Hamadî got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi van kiryaran dixwazin navçeyê vala bikin û gel bidin tirsandin. Lê em jî ji wan re dibejin, em ji kiryarên wa natirsin û warê xwe bernadin. Dixwazin me biwestînin lê gelê me naweste û wê kehrebeyê bê çê kirin. Bila dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji warên me derbikevin. Na niha, ne jî tucar ev herêm ji gelê xwe vala nabe. Ji ber ku ev ax, axa me ye.”

Hîlala, bêbersivmayîna rejîma Sûriyê û Rûsyayê ji êrişên dagirkeriyê re şermezar kir û got: “Rejîma Sûriyê û Rûsya qaşo hatine axê biparêzin. Lê li ser rûyê erdê tiştek wiha tune ye. Dewleta Tirk a  dagirker û çeteyên wê êriş dikin, lê Rûsya û rejîma Sûriyê tu bersivê nadin êrişan.  Tenê ji bo şeklî hatine û li êrişan temaşe dikin.”

‘TOREYA KEHREBEYÊ LI KÊLEKA NUQTEYA RÛSYAYÊ YE, LÊ REJÎM Û RÛSYA BÊ DENG IN’

Şêniyê bi navê Selman Yûnis jî diyar kir ku gundên navçeya Til Temir rojane tên topbaran kirin û got: “Bi awayekî hovane sivîl tên hedefgirtin. Êrişên wan li ser sivîlan ne bes bûn, êdî kehreba me jî kirin hedef û ev du roj in em bê kehrebe ne. Dixwazin navçeyê vala bikin û guhertina demografî di herêmê de çêbikin. Rûsya, rejîma Sûriyê û Amerîka bê deng in. Ew jî nîşan dike ku hevkarê êrişan in. Agirbesta ku tê qalkirin rojane êriş in. Li ser rûyê erdê tu agirbest tune ye. Cihê kehrebeyê nêzî nuqteya leşkerên Rûsyayê ye. Heger agirbest hebûya ne nuqteyên Rûsya, ne jî nuqteyên rejîma Sûriyê dihatin hedefgirtin. Rûsya bersiva êrişan nade, tenê bi Amerîkayê re li ser rêyan şer dike.”

Yûnis anî ziman ku li dijî wan kiryar û êrişan wê heya dawî li ber xwe bidin û got: “Em ji dewleta Tirk a dagirker re dibêjin tu karê te li herêmên me tune ye.  Em qebûl nakin ku ew guhertina demografiyê li herêmên me pêk bînin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rZRN2mx4-E4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>