Dewleta Tirk ji çeteyên dişîne Lîbyayê re: Heke we leşkerekî Rûsyayê dît bikujin

Bi gelek hincetan dewleta Tirk çeteyên ji Sûriyê dixapîne û dişîne Lîbyayê. Çeteyekî ku dewleta Tirk şandiye Lîbyayê ku şer li kêleka hikumeta El-Wîfaq bike, van derewan eşkere dike.

Dewleta Tirk ji çeteyên dişîne Lîbyayê re: Heke we leşkerekî Rûsyayê dît bikujin
7 sibat, 2020   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Investigative Journal hevpeyvînek bi çeteyekî ji Sûriyê yê bi navê Ehmed re çêkir ku ji bajarokê Kefir Nibul ê bajahiya Idlibê ye û dewleta Tirk şandiye Lîbyayê. Çete rêbaza ku Enqere pêk tîne da ku çeteyên alîgirên xwe yên li Sûriyê îqna bike û bişîna Lîbyayê, eşkere kir.

Çeteyê bi navê Ehmed daxuyaniya serokkomarê Tirkiyê dema îdia kir ku leşkerên wan li xaka Lîbyayê tune ne û tenê fermandarên leşkerî û şêwirmend hene, derewand û wiha got: "Hebûna dewleta Tirk li wir ne tenê girêdayî fermandaran e, lê belê leşker jî hene."

Ehmed wiha lê zêde kir: "Dewleta Tirk bi navê "ajoyên bes" ên şerkirina li Lîbyayê eşkere kirin. Her wiha dewleta Tirk eşkere kir ku leşkerên Rûsyayê jî li wir hene û zirarê nagihînin kesekî lîbyayî jî û got heke we leşkerek Rûsyayê li wir dît, bikujin."

Ji aliyekî din ve, Ehmed îşaret pê kir ku piranî sûriyên ku çûne Lîbyayê, hewl da birevin baregehên Îtalyayê û wiha got: "Tirk hatin ku me bihejmêrin da ku piştrast bikin tu kes nereviyaye."

Ehmed diyar kir ku piştî demekê ji gihîştina kampê tevî 70 kesên dîtir, li nava hêzên bejahî, sekvan û cihên dîtir belav bûn, her wiha perwerdeyên wan ne normal in, lê belê li ser şerê li kolanan hatine perwerdekirin.

Ehmed wiha domand: "Heta niha me şer nekiriye, tenê em dixwin û vedixwin, werzîşê dikin û li kampê rûniştî ne, her wiha qedexe ye ku derkevin derve û 2 hezar dolar her mehekê werdigirin."

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), dewleta Tirk bi rêya asîmanî çete bi rê kirin Terablusê da ku piştevaniya milîsên hikumeta El-Wîfaq bikin û mûçeya 2 hezar dolar her mehekê werdigirin.

(fr)