Mijarên rojnameyên erebî – 7 Sibat

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa êrişên çeteyên tundraw ên li dijî avahiyên Rûsyayê, aloziya Mexribê û dewleta Tirk li ser paşxaneya derbasbûna dewleta Tirk a Lîbyayê û şandina çeteyên sûrî ya piştevaniya hikumeta El-Wîfaq kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 7 Sibat
7 sibat, 2020   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa nakokiyên dewleta Tirk bi dewletên cîran re bi taybet piştî derbasbûna wê li Lîbya û Sûriyê û bajarê Terablusê ku dewleta Tirk veguherandiye perestgeheke çete û leşkeran, aloziya li Iraqê kir.

ŞERQ EL-EWSAT: PEVÇÛNA RÛSYA-TIRKIYÊ DER BARÊ IDLIBÊ DE Û MOSKOV ŞANDEYEKÊ DIŞÎNE ENQEREYÊ

Der barê rewşa Sûriyê de bi taybet pêşdeçûnên dawîn li Idlibê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Kremlînê duh piştrast kir ku êrişên tundrawan li dijî avahiyên Rûsyayê li Sûriyê li herêmên di bin serweriya dewleta Tirk de berdewam in û nakokiyên Moskov û Enqereyê di vê derbarê de zêde dibin."

Daxuyaniya Kremlînê, bertekeke neyekser ji aliyê serokatiya Rûsyayê ve li ser gefên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan çêkir ku tedbîrên guncaw girtin û artêşa Sûriyê neçar ma ji nuqteyên ku di vê dawiyê de serwer kirine, vekişe. Di heman demê de Moskovê piştrast kir ku tevgerên xwe bi Tehran û Enqereyê re de der heqê rêveçûna Astanayê de ku rewşa li Idlibê dorpêç bike, pêk tîne. Her wiha bi hezaran êrişên terorîst di van du hefteyên dawîn ên ji meha borî de pêk hatin û Kremlînê cara yekemîn li ser ziyanên mirovî yên artêşa Rûsyayê axivî.

Berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov wiha got: "Serok Vladimîr Pûtîn helwesta welatê xwe bi rêya telefona ku bi Erdogan re beriya 2 rojan pêk aniye, eşkere kir. Her wiha di telefonê de hat piştrastkirin ku ji her aliyekî re metirsî der barê rewşa Idlibê de hene."

Girêdayî mijarê, çavkaniyên Rûsyayê anî ziman ku şandeyeke Rûsyayê çû Enqereyê da ku dosyaya Lîbyayê nîqaş bike, bêyî ku diyar bike şandeya leşkerî yan jî dîplomatîk e. Her wiha Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê jî tu agahî zêdetir xuya nekirin. Lê belê tenê di daxuyaniya ku li ser malpera wezaretê hatiye belavkirin de hate gotin ku Rûsya bi awayekî baldar bi hevkarên xwe Îran û dewleta Tirk re di çarçoveya rêveçûna Astanayê de da ku ewlehî û aramiyê li Idlibê pêk bîne, têkildar e.

EL-BEYAN: BALAFIRA RÊWIYAN XWE JI PERGALA PARASTINA ASÎMANÎ YA SÛRIYÊ RIZGAR KIR

Têkildarî mijara Sûriyê, rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Ajansên çapemeniyê yên Rûsyayê îro li ser zimanê berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi bîr xist ku balafira Airbus-320 ku tê de 172 rêwî hebûn, neçarî daketinê li baregeha Himêmîm a asîmanî bû, piştî ku dê pergala parastina asîmanî ya Sûriyê hedef bigirta."

Ajansê wiha daxuyand: "Parastina Sûriyê hewl dida bersiva êrişa Îsraîlê ya li nêzî Şamê bida."

Li ser zimanê berdevkê wezaretê, ajansê da zanîn ku 4 balafirên Îsraîlê F-16, di berbanga îro de bêyî ku derbasî mecala asîmanî ya Sûriyê bibin, 8 moşek avêtin derdora Şamê.

EL-EREB: ALOZIYA BÊDENG DI NAVBERA MEXRIB Û TIRKIYÊ DE BI SEDEMA LÎBYA Û LÛTKEYA KUALA LUMPURÊ

Der heqê têkiliyên dewleta Tirk ên ku bi awayekî mezin piştî derbasbûna wê ya Lîbyayê tevlihev bûne de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Çavkaniyên Malezyayê yên çavdêr got aloziya niha ya di navbera Mexrib û dewleta Tirk de tevlihev bûye. Bi wê re jî balyozê Mexribê yê li Enqereyê Elî El-Ezreq dawiyê Mijdara borî de hat vexwendin. Aloziya di navbera Mexrib û dewleta Tirk de bi destwerdana Tirkiyê û ferzkirina lîsteya vexwendiyên li lûtkeya Îslamî ya Biçûk li Kuala Lumpurê ku jê jî Partiya Îslamî ya Mexribê ya berqedexekirî, dest pê kir."

Çavkaniyan ji El-Ereb re îşaret pê kir ku Mexrib xeyidandina xwe ji Malezyayê re diyar kir. Lê belê hikumeta Malezyayê destnîşan kir ku dewleta Tirk lîsteya partî û kesayetên îslamî yên beşdar pêşkêş kirin û di lîsteyê de Tevgera Edil û Îhsan a Mexribê ya berqedexekirî hebû.

Her wiha di lîsteyê de Tevgera Tewhîd û Îslah ku tevgera lêvegera îslamî ye û baskê Partiya Edalet û Tenmiye ya hikumeta Mexribê ye jî, hebû.

EL-BEYAN: TERABLUS PERESTGEHA TIRKIYÊ Û CIHÊ ÇETEYAN E

Rojnameya El-Beyan behsa destwerdanên derve li Lîbyayê kir û wiha got: "Diyar e ku paytexta Lîbyayê Terablus veguheriye perestgeheke dewleta Tirk. Her wiha kesayetên bi cilên leşkerî ku dirûşmên artêşa Tirk diavêjin û erebeyên bi alên Tirkiyê hene û li aliyekî din jî hê jî çete ji bakurê Sûriyê bê navber tên Lîbyayê."

Piştî gihîştina çeteyan li Terablusê li ser ketîbeyên hikumeta El-Wîfaq a bi kontrolkirina yekser ji aliyê serbazên Tirk ve belav dibin. Ew jî tevî ragihandina agirbestê beriya çend hefteyan. Şêniyên Terablusê êdî fêrî dîtina dîmena leşkerên dewleta Tirk bûne ku li saziyên hikumetê digerin. Bi wê re şênî di metirsiyeke rastîn de dijîn, nexasim dema ku di korîdorên ku leşkerên Tirk an jî çete wan bi rê ve dibin de, disekinînin.

Dewleta Tirk cihê endamên fermandar ên milîsên girêdayî bakurê Sûriyê di serî de hejmarek ji milîsên El-Sîrac hedef digire, bi wê re jî hêrsa emîrên şer ên herêmî çêbû û pevçûn pêk hat. Di encamê de herî kêm 6 çete li derdora Selahedîn hatin kuştin.

EL-EREB: QADÊN XWEPÊŞANDANÊ PIŞTÎ KOMKUJIYA NECEFÊ GOTINÊN ALÎGIRÊN EL-SEDR BI KAR TÎNIN

Rojnameya El-Ereb bal kişand ser xwepêşandanên Iraqê û wiha nivîsand: "Oldarê şîî Muqteda El-Sedr milîsên bi navên ‘Kumşîn’ di kuştina xwepêşandêrên li bajarên Necef û Kerbelayê şans girt. Da ku tevgera xwepêşandanan li welêt li dijî hegamoniya partiyên gendelî piştî binketina wesiyeta Îranê ya ku milîsên Iraqê di bin perdeya dewletê de bi kar aniye, têk bibe."

Çavkaniyên siyasî yên Iraqê sersaxiya malbatên komkujiya Necefê ku 11 xwepêşandêr bûne qurbanî, kir. Her wiha bi sedema xwepêşandanên girseyî li dijî çîna siyasî tevî fermana vekişîna alîgirên El-Sedr, hêrseke mezin çêkir û şermîniyek li dijî El-Sedr pêk anî.

Çalakvanan gotkoma Kumşînan ji milîsên Esayib Ehlul Heq a bi serkêşiya Qeys El-Xuzelî tevgera El-Neceba ya bi serkêşiya Ekrem El-Keibî û ketîbeyên Seyîd El-Şuhada ya bi serkêşiya Ebû Alaa El-Wîlaî pêk tên.

BEWABET EL-EHRAM: QIBRIS TEVÎ NAKOKIYA BI TIRKIYÊ RE MOŞEKAN DIKIRE

Bewabet El-Ehram der barê kirîna Qibrisê ya moşekên li dijî balafiran de wiha nivîsand: "Qibris peymaneke bi şîrketa ewropî re ji bo kirîna moşekên li dijî balafir û keştiyan li ser paşxaneya nakokiya bi dewleta Tirk re, îmze kir. Ew jî der barê şansgirtina dewleta Tirkiyê ya petrola li Rojhilata Navîn pêk hat."

Kanala Sky Newsê bi bîr xist ku artêşa Qibrisê di Mijdara borî de bi kargeha moşekan a ewropî re(MBDA) bi nirxa 150 milyon Euro peymanek îmze kir û girêbest bi dabînkirina moşekên erd-asîman ên nîvavêj ji cureya Mistral e.

Kargehê peymaneke dawîn bi nirxa 90 milyon euro bi şoreya Qibrisê re îmze kir da ku moşekên li dijî keştiyên ji cureya Exhaust ku li ser betariyan dixebite, dabîn bike.

Dewleta Tirk di mehên dawîn de keştiyên vekolîna li herêma aboriyê ya Qibrisê tevî hişyariyên Washington û YE’yê di vê derbarê de, şandin.

(fr)