Li Reqayê dê 100 hezar dar werin çandin

Par bi armanca berfirehkirina rûbera şînkahiyê û xemilandina bajarê Reqayê, Daîreya Baxçeyan a girêdayî Şaredariya Gel a Reqayê 100 hezar şitilên daran çandibûn. Îsal di biharê de wê ew dar li Reqayê û gundewarên wê werin çandin.

Li Reqayê dê 100 hezar dar werin çandin
Li Reqayê dê 100 hezar dar werin çandin
Li Reqayê dê 100 hezar dar werin çandin
Li Reqayê dê 100 hezar dar werin çandin
7 sibat, 2020   08:36
REQA

Dema ku çeteyên  DAIŞ`ê bajarê Reqayê dagir kiribû, ji ber paşguhkirina xwezayê, şînkahî li bajêr tune bûbû.

Di 17’ê Cotmeha 2017`an de QSD`ê bajar ji çeteyan rizgar kir. Paşê bi armanca bedewkirina bajarê Reqayê Daîreya Baxçeyan a girêdayî Şaredariya Gel a Reqayê dar çandin. Şitilgehên taybet bi çandina daran vekirin. Nexasim darên xemilandinê da ku li kêleka rêyan û baxçeyên giştî biçînin.

Kesên şareza li şitilgehan dixebitin, tovê dixin hingaran, kesên pispor û serpereştên ji Şaredariya Gel çavdêriyê dikin.

Rêveberê şitilgeha Reqayê Abdullah Mudhî wiha got: “Ji destpêka vekirina şitilgehan ve, em hewldana bedewkirina bajarê Reqayê dikin. Darên xemilandinê li baaxçeyên giştî, kêleka rêyan, têketin û derketina bajar diçînin.”

Daîreyê par 100 hezar şitilên daran çandin. Dê îsal ew 100 hezar dar li Reqa û gundewarên wê werin çandin.

 (eh)

ANHA