Welatiyekî ji Idlibê: Tirkiyê gelê Idlibê firot rejîma Sûriyê

Koçberekî ji bajarê Idlibê got “Tirkiyê bajar firote rejîma Sûriyê. Yên ku li Idlibê mane li derfetekê digerin da ku ji ber binpêkirinên çeteyan û êrişên hewayî xwe bigihînin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Welatiyekî ji Idlibê: Tirkiyê gelê Idlibê firot rejîma Sûriyê
Welatiyekî ji Idlibê: Tirkiyê gelê Idlibê firot rejîma Sûriyê
7 sibat, 2020   08:02
 MINBIC – SELWA EBDULREHMAN

Ev 3 hefte ye li parêzgeha Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê şerên giran di navbera komên çete yên desteka xwe ji Tirkiyê digirin û hêzên rejîma Sûriyê yên destekê ji Rûsyayê û çekdarên girêdayî Îranê digirin de didome.

Di encama şer û bombebarana dijwar de karesateke mirovî rû da. Di encamê de bi hezaran şêniyan xwe spart herêma Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Fermandarê giştî yê QSD‘ê Mezlûm Edbî dabû xuyakirin ku deriyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo koçberên Idlibê vekirî ye.

Koçberê bi navê Hisên Ehmed Henkûş (60) ji gundê Ramî yê Idlibê ye û wiha got: "Çete alîkariya kesî nakin. Lê belê zilm, talankirin û diziye dikin, ji bo berjewendiyên dewleta Tirk pêk bînin. Dewleta Tirk û çeteyan şêniyên Idlibê firotin rejîma Sûriyê.”

Hisên Ehmed Henkûş bavê 14 zarokan e û niha li gundê Gulê yê rojhilatê bajarê Babê dimîne. Henkûş destnîşan kir ku dewleta Tirk bi peymanan bajarê Idlibê firot rejîma Sûriyê û wiha got: "Ji destpêka şoreşa gel a Sûriyê ve dewleta Tirk rola neyînî di herêmê de dilîze ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bîne."

Der barê rewşa meydanî de Henkûş ev tişt anî ziman: "Topbarana rejîma Sûriyê ranaweste. Balafir bi dijwarî her cihî bombebaran dikin û li kêleka wî jî topbaran didome. Top wekî baranê li ser serê şêniyên de ku di malên xwe de ne, dibarin. Çarenûsa şêniyan mirin an jî mayîna di bin enqazan de ye. Li wan herêman gelek komkujî pêk hatin, ji ber topbaran û bombebarana dijwar hinek malbat bi temamî di bin enqazan de mane. Ev demek e jiyan li Idlibê nabe, topbaran dijwar dibe û şênî xwe li herêmên ewle digirin. Rêjeyeke mezin a şêniyan hîna di bin enqazan de ne, ev tişt min bi çavê xwe dît."

Têkildarî rêwîtiya koçberiyê Henkûş got: "Gelek zor û zehmet bû, nayê wesifandin. Em bi tirs bûn, ji tirsa ku çete bi me bihesin. Ev hemû li aliyekî û li aliyekî din serma û baran. Em gihaştin herêmên Rêveberiya Xweser, li vir rewş ewle û aram e. Şêniyên van herêman pêşwaziya me kir, mal dane me da ku me ji sermaya zivistanê biparêzin . "

Henkûş bang li şêniyên Idlibê kir ku ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve biçin da ku canê xwe û yê zarokên xwe biparêzin.

ANHA