Hesinkarê berxwedêr alîkariya koçberên ji Efrînê dike

Trajediya koçberiyê vîn û israra koçberên ji Efrînê kêm nekir. Hesinkar Mûsa Seydo yê ji Efrînê, alavên biçûk çêdike û pêdiviyên rojane yên koçberên ji Efrînê dabîn dike.

7 sibat, 2020   08:16
ŞEHBA-CAFER CAFO

Piştî 2 salan ji dagirkirina kantona Efrînê û koçberkirina şêniyan, çîrokên biwate û xwedan bandor yek li pey yekê tê hûnandin û dengvedana çîrokan di guhê şêniyên Efrîna berxwedêr de ku li Şehbayê bi cih bûne, dernayê.

Koçberkirina gelê Efrîna berxwedêr, vîn û israra şêniyan heta li Şehbayê jî kêm nekir, isbata vê yekê jî welatiyê bi navê Mûsa Seydo (47) ye ku ji gundê Meydana yê navçeya Raco ya kantona Efrînê ye û karê hesinkariyê dike.

Piştî Mûsa Seydo bi darê zorê ji Efrînê derket û berê xwe da Şehbayê, terka behreya xwe ku ev 16 sal e berdewam dike, nekir. Lewma li Şehbayê dikaneke biçûk a hesinkariyê vekir. Seydo bi domdarî alîkariya şêniyan dike û pêwîstiyan bi cih dike.

Piştî projeya Mûsa Seydo bi ser ket û hin alavên biçûk çêkirin, dikana xwe firehtir kir, da ku kesên pispor sûdê ji behreya wî wergirin, ew kom kirin û hejmara karkerên pê re dixebitin, gihaşt 23’ayn û bi awayekî kollektîf dixebitin.

Seydo ji bermahiyên bermîlan; daniştok, sobe, derî û daniştokên xwendekaran û hin alavên din çêdike, berhemên xwe bi pereyekî kêm difiroşe şêniyên Efrînê, ji ber ku şêniyan hemû alavên xwe ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê ji dest dan.

Li gel vê yekê Mûsa Seydo kursiyên astengdaran û yên ambulansan çêdike, ji ber ku di encama dorpêçê de alavên tenduristiyê tune ne. Seydo da ku alîkariya kadroyan û rêveberiya Nexweşxaneya Evrîn a Şehbayê bike, kursiyek bi dawî kiriye û 4 kursiyên din hîn çêdike.

Mûsa Seydo wiha anî ziman: "Dema ez nexweş bûm, min li Nexweşxaneya Evrîn xwe derman kir, lewma min dît ku pêwîstiya nexweşxaneyê bi kursiyên astengdaran û veguhastina nexweşan heye, ji ber vê yekê min yekser kursiyek çêkir.”

Mûsa  Seydo wiha li axaftina xwe zêde kir: "Em ji saet 8’ê sibê heta 5’ê êvarê di nava kavil û bermahiyan de digerin da ku bermîlan peyda bikin û ji wan alavên pêwîst çêkin."

Seydo piraniya dema xwe bi xwedîkirina lawirên wekî kevok, mêş û mirîşkan re derbas dike, li gel vê yekê hin sebzeyan diçîne û pê debara malbata xwe dike.

Mûsa  Seydo di dawiya axaftina xwe de got: "Ez rewşa Efrînê û koçberkirina bi darê zorê ji bîr nakim û ne jî welatiyên efrînî ji bîr dikim. Israr û vîna vegera li Efrînê morala wan nexist, lewma bi her awayî li ber xwe didin û rêya berxwedanê berdewam dikin."

(eh)

ANHA