Şêniyên Helebê: Felsefeya Ocalan ne li gorî berjewendiyên dewletên zordar e

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê tecrîda giran a ku dewleta Tirk a dagirker li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, şermezar kir û got “Felsefeya demokratîk a Ocalan ne li gorî berjewendiyên dewletên zordar e. Lewma tecrîdê ferz dikin.”

Şêniyên Helebê: Felsefeya Ocalan ne li gorî berjewendiyên dewletên zordar e
7 sibat, 2020   07:49
HELEB-SÛLÎN REŞÎD-ARÊF SILÊMAN

Desthilatdariya Tirkiyê ev 9 sal e tecrîdeke girankirî li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike. Girêdayî tecrîdê şêniyên taxa Şêxmeqsûd nêrînên xwe vegotin.

Şêniyê bi navê Xelîl Wehîd got: "Rêber Abdullah Ocalan rêya azadiyê li pêşiya me vekir. Gelê Kurd bi fikrên Ocalan têkoşîna azadiyê didomîne. Ev 21 sal e Ocalan bi name û daxuyaniyan rêya têkoşîna azadiyê nîşanî gel dike. Ew ji bo pêkhatina aştiyê kar dike. Hewl dide aloziyên Rojhilata Navîn çareser bike. Ji ber wê dewleta Tirk tecrîdê li ser rêber Ocalan giran dike. Ji ber ku felsefeya Ocalan a demokratîk nakeve xizmeta dewletên desthilatdar, tecrîd tê girankirin."

Wehîd bang li tevahiya partiyên Kurdan kir ku rabin û banga azadiya Ocalan û têkbirina planên Tirkiyê bikin. Wehîd got: “Tirkiye hewl dide parçekirinê bixe nava Kurdan û doza kurdî bi dawî bike.”

Şêniya bi navê Nûriye Hisên destnîşan kir ku gelê Kurd hêza  xwe ji fikrên Ocalan digire û got: "Tevahiya planên Tirkiyê yên armanca wan lewazkirina me ne, wê bi bin bikevin. Ji ber ku em hêz û vîna xwe ji şehîdan û fikrên rêber Ocalan digirin. Tirkiye bi tevahiya hêza xwe êrişî gelê Kurd dike, ji bo ku rastiya hebûna vî gelî tune bike. Dagirkirina kantona Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî vîna me naşikîne. Berovajî israra girêdana me bi fikrên Ocalan û şopandina rêya şehîdan zêde dike."

Jina ciwan a bi navê Ronahî Hecî helwesta civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî yên cîhanî ji tecrîdê şermezar kir. Ronahî bang li saziyên navneteweyî yên têkildar kir ku mudaxele bikin û zextê li Tirkiyê bikin ji bo ku parêzerên Ocalan hevdîtinan pê re çêkin. Ronahî got: "Em soz didin gelê xwe ku heya rizgarkirina rêber Ocalan, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."

(şx)

ANHA