4`emîn Mihrîcana Mîtan a Şano bi dawî bû

Îro 4`emîn Mihrîcana Mîtan a Şano bi dawî bû. Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Efrînê komên şanoger ên ku tev li mihrîcanê bûne xelat kirin.

5 sibat, 2020   17:15
ŞEHBA

4`emîn Mihrîcana Mîtan a Şano îro bi dawî bû. Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Efrînê koma Tiyatra Sarya ya girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Cizîrê û koma girêdayî Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya bajarê Helebê xelat kirin. Her wiha tevgerê û Rêveberiya Xweser xelatên sembolîk li amadekerên mihrîcanê belav kirin.

Çalakiyên roja dawîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. paşê Koma Kevneşopî ya dîlana gelêrî ya girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Efrînê hinek berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.

Paşê endama Komîteya Amadekar a Mihrîcanê Rûmet Beko axivî û spasiya hemû kesên hewl dane mihrîcan biser keve, kir. Her wiha Rûmet spasiya şêniyên ku tev li çalakiyên mihrîcanê bûne kir. Rûmet hêvî kir ku 5`emîn Mihrîcana Mîtan a Şano li Efrînê lidar keve.

Hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî û teqez kir ku lidarxistina mihrîcanê li gel van şertên koçberiyê tiştek bêhempa ye.

Her wiha endamê rêveber ê Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Efrînê Ayhan Gorsê berxwedana şêniyan û hevgirtina wan bi Tevgera Çand û Hunerê re ji bo ku mihrîcan biser keve silav kir.

Piştre skêçek nivîsandina Mihedîn Arselan bi navnîşan 7 kon hate pêşendan. Skêç girêdana şêniyan bi çandina daran û gulan li her derê diçin û berxwedana wan rave kir.

Di dawiya çalakiyê de Tevgera Çand û Hunerê xelat li komên beşdar belav kirin.

(şx)

ANHA