Yekîtiya Ewropayê plan dike ku ceza li welatiyên tirk ferz bike

Yekîtiya Ewropayê plan dike ku cezayan li ser du welatiyên Tirk ku destê wan di vekolandina gaza di ava rojhilatê Deryaya Spî de hene, ferz bike. Li gorî wê, ew kes nabe derbasî dewletên Yekîtiya Ewropayê bibin û milkên wan li wir dê werin cemidandin.

Yekîtiya Ewropayê plan dike ku ceza li welatiyên tirk ferz bike
5 sibat, 2020   17:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Hejmarek dîplomasîiyên li Birukselê ji Frans Press re ragihandin ku endamên Yekîtiya Ewropayê lihev kirin ku dest bi ferzkirina cezayan bibin. Lê parêzer wê roja Pêncşemê li biryayê vegerin.

Hikumeta serokkomar Receb Tayyîp Erdogan asta nakokiyan mezin kir. Piştî ku muzekereya lihevkirinê bi Lîbyayê re girêdayî firehkirina qada ava xwe ya herêmî li Deryaya Spî mohr kir tevî ku Yawnanistan ew lihevkirin red dike.

Fransa soz da ku hebûna xwe ya deryayî li herêmê zêde bike. Di hema demê de Tirkiyê hêzên xwe şand Lîbyayê da ku desteka hikumeta ku NY`î pê îtîraf kiriye bike. Ruxmî biryara qedexekirina şandina çekan ji Lîbyayê re.

Di Tîrmeha sala derbasbûyî de wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê biryar dan ku finansa ji Tirkiyê hatiye diyarkirin rewastînin û lihevkirinên veguhestina hawayî taloq bikin.

Eger ceza hatin teqezkirin, wê cara yekemîn welatiyên tirk ên ku têkiliya wan bi vekolandina gazê heye werin hedefgirtin.

(şx)